Ji rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 201 rojin agahî nayê girtin.
Rojnamevan Cotyar Qadir diyar kir ku divê Silêman Ehmed were berdan û got;
“Divê sendîkaya rojnamevanan ji girtina rojnamevanan were agahdarkirin, ger Silêman Ehmed endamê sendîkayê ye divê were agahdarkirin.”
Rewşa azadiya raman û rojnamevanên Başûrê ji ber siyaseta desthilatê û berjewendiyên wan her diçe metirsîdar dibe.
Rojnamevan Cotyar Qadir di derbarê karê rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê û binpêkirinên beramberî rojnamevanan tê kirin de ji Rojnews’ê re axivî.
Rojnamevan Cotyar Qadir di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku azadiya raman li Başûrê Kurdistanê li du beşan cuda dibe û wiha got:
“Li Silêmaniyê heta radeyekê azadiya raman û rojnamevaniyê başe.
Lê li beşa din a Herêmê (deverên dibin destilata PDK’ê de) azadiya raman tê astengkirin.”
Rojnamevan Cotyar Qadir: Azadiya rojnamevaniyê li herêma Kurdistanê tê astengkirin
Cotyar Qadir balkişand li ser revandina Rojnamevan Silêman Ehmed û wiha axivî:
“Mixabin ji dema Silêman Ehmed li deriyê pêşxabûr hate girtin ve agahî jê nayê girtin.
Dema rojnamevanek tê girtin, divê sendîkaya rojnamevanan were agahdar kirin.
Ev yek girêdayî rojnamevaniyê ye, ne ku li cihekê were girtin û windakirin ku kes nezane li kuye.
Hin alî ji rojnamevaniyê ditirsin, lewma dema agahiyek digihe berdestê rojnamevanan, dixwazin wê tûne bikin.”
Rojnamevan Cotyar Qadir: Tomet xistina li ser rojnamevanan karek ne rewaye
Rojnamevan Cotyar Qadir di dewama axaftina xwe de diyar kir ku tomet xistina li ser rojnamevanan ne rewa ye û wiha domand:
“Divê dadgeh bi zelalî biryarê bide ku bi belge îspat bike rojnamevan vê tiştê kiriye.
Dema kesek were girtin heta ew suc li ser de neyê pejirandin û îspatkirin, mafê wî heye ku parêzer bigire da ku parastina wî bike.
Divê sendîkaya rojnamevanan ji girtina rojnamevanan were agahdarkirin, ger Silêman Ehmed endamê sendîkayê ye divê were agahdarkirin.”
Cotyar Qadir herî dawî ragihand ku li seranserê cîhanê yasayek bi navê yasaya rojnamevaniyê heye û wiha pê de çû:
“Pêwîste dadgehek hebe ku rojnamevan lê werin darizandin, nabe ku her dadgerek ku di vî warî de ne şareza be, li ser rojnamevana biryar bide. Divê li Kurdistanê yasa serwer be.”



