Rewşa herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin her ku diçe aloztir dibe

Nivîskar û muxalifê sûriyî Elî El Emîn El Siwêd diyar kir ku rewşa herêmên di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk a dagirker de her ku diçe aloztir dibe û li dijî wê şoreşeke mezin pêwîst e.

Di Adara 2015’an Çeteyên bi navê Heyet Tehrîr El Şam Idlib bi temamî xist bin kontrola xwe.

Piştî kontrolkirina Idlibê îdî aloziya siyasî û leşkerî zêdetir bû û komên çete lê belav bûn.

Piştî ewqas sala di 2023’an çeteyên Heyet Tehrîr El Şam gelek endam û fermandarên xwe kuştin, ji ber sedemên cûr be cûr.

Li hemberî vê bûyerê li Idlibê xwepêşandanan dest pê kirin.

Piştî kuştina çend fermandaran li Idlibê bêdengî û tirs serwer e.

Xwepêşandan û provokasyon sekinîne.

Eşker e bû ku xwepêşandan wekî pevçûnên li ser desthilatdariyê bûn.

“Li dijî dagirkeriyê şoreşeke mezin pêwîst dike”

Nivîskar û muxalifê sûrî Elî Emîn El Siwêd der barê xwepêşandan û rewşa Idlibê de nirxandin kir.

Elî Emîn El Siwêd diyar kir ku di serî de dewleta Tirk, gelek alî li pey van xwepêşandanan in û got:

“Tirkiyê dixwaze sazûmaniya Idlib û bakurê Helebê wekî yek kanton di bin serweriya xwe de saz bike.

Aliyê duyemîn jî yê li pey van xwepêşandanan Hizb El Tehrîr e ku xwe wek şoreşeke sivîl nîşan dide.

Ew jî daxwaza serbestberdana revaniyên li gel HTŞ’ê yan Cebhet El Nusra dike.

Aliyê sêyemîn jî xizmên kesên ku ji 3 salan ve di girtîgehên çeteyên HTŞ’ê de ne.

Xema wan ew e ku zarokên wan ji girtîgehan rêxistina terorîst werin berdan.”

El Siwêd da zanîn ku aliyê çaremîn şoreşgerên ku hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Bakurê Sûriyê red dikin e û wiha domand:

“‘Li dijî dagirkeriyê şoreşeke mezin pêwîst dike.

Diyar e ku hikûeta Şamê bi rêya bazaran û bi berdêlan bakurê Sûriyê ji Tirkiyê re dihêle.

Divê hilweşandina rejîma Sûriyê armanca yekemîn be.”

Back to top button