“Li pêş çavên cîhanê edalet li Îmraliyê tê tinekirin”

Hîndekara Zanîngeha Readingê Dr. Deepa Driver bêdengiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî tecrîdê rexne kir û got:
“Bi tecrîda li Îmraliyê re edalet tê tinekirin.Tecrîd lawaziya konseya Ewropayê radixe pêş çavan.
Şert û mercên ku Birêz Ocalan tê de ne, ne tenê neserketiya Tirkiyê nîşan dide, di heman demê de lawaziya welatên Konseya Ewropayê nîşan dide ku di mijara bicihanîna mafên mirovan de di kîjan astê de ne.”

Tecrîda li ser Rêber Apo her ku diçe girantir dibe.

Ev 38 meh in ti agahî jê nayê girtin.

Hîndekara Zanîngeha Reading a Îngilistanê, Alîkara Serokê Komeleya Parêzerên Sosyalîst Haldane ya Qraliyeta Yekbûyî Dr. Deepa Driver têkildarî tecrîdê axivî.

Dr. Deepa Driver: Tecrîd lawaziya konseya Ewropayê radixe pêş çavan

Dr. Deepa Driver nerazîbûn nîşanî şert û mercên tecrîdê yên li dijî Rêber Apo da û anî ziman ku ne tenê dewleta Tirk berpirsyarê tecrîda Îmraliyê dewleta Tirk ye, her wiha saziyên erkdar ên bêdeng dimînin jî berpirsyar in û got:

“Şert û mercên ku Birêz Ocalan tê de ne, ne tenê neserketiya Tirkiyê nîşan dide, di heman demê de lawaziya welatên Konseya Ewropayê nîşan dide ku di mijara bicihanîna mafên mirovan de di kîjan astê de ne.

Bi tecrîda li Îmraliyê re di heman demê de li pêş çavên cîhanê edalet tê tinekirin.

Hewl didin Birêz Ocalan bi saxî veşêrin û hîn em nizanin bê li Îmraliyê ye, yan jî li devereke din e.”

Dr. Deepa Driver: Saziyên erkdar xwe li bêdengiyê datînin

Dr. Deepa diyar kir ku tecrîd li Îmraliyê gihîştiye asteke bilind, lê tevî vê jî saziyên erkdar xwe li bêdengiyê datînin û wiha domand:

“Tişta ku em niha pê re rû bi rû ne ew e ku em xwedî gelek saziyên navneteweyî ne ku wezîfeya xwe pêk nînin.

Birêz Ocalan sê sal in di bin rewşeke welê de ye ku têkilî bi temamî hatiye qutkirin.

Em hemû bi vê rewşê zanin, Konseya Ewropayê zane, her kes di vê mijarê daxuyaniyê didin, lê di pratîkê de çi dikin?”

Halîde Turkoglû: Bi siyaseta rêya sêyemîn tecrîd dikare bê şikandin

Parlamentera Amedê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû jî derbarê heman mijarê de axivî.

Halîde Turkoglû anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li hemû qadên jiyanê belav bûye û got:

“Dewleta Tirk bi kûrkirina tecrîdê dixwaze li pêşiya çareseriyê bibe asteng.

Bi kombûna di siyaseta rêya 3’yemîn de, bi avakirina yekîtiya herî xurt a dijberiya şer tecrîd dikare bê şikandin.”

Back to top button