Tecrîda li ser Rêber Apo didome.
Parêzera OHD’eyî Elîf Taşdogen derbarê gotina wezareta dadê ya ‘Li Îmraliyetê tecrîd tuneye’ axivî û got:”Ev gotinek neşênber a derbarê nebûna tecrîdê de ye.
Lê di dijhiqûqiya li ser birêz Ocalan de israr dikin.
Divê hiqûqnas, parêzvanên mafê mirovan li dijî vê dengê xwe bilind bikin.”
Ji Rêber Apo 38 meh in tu agahî nayê girtin.
Tevî ku 30 sal cezayê girtî Veysî Aktaş temam bûye jî tahliyeya wî salek din ha taloqkirin.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo rakirina tecrîdê di 7’ê Kanûna 2023’yan de serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê (ÎHÎK) dan.
Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Elîf Taşdogen têkildarî tecrîda li Îmraliyê axivî.
Elîf Taşdogen diyar kir ku Midûriyeta Gişti ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê îdia kir ku tecrîd tuneye û piştî vê bêyî sedem bê zanîn bi ‘Cezayê dîsîplînê’ sê meh qedexeya hevdîtinê dane malbatê û got:
“Birêz Ocalan bi parêzeran re hevdîtin nekiriye, bi malbatê re hevdîtin nekiriye, bi telefonê hevdîtin nekiriye.
Dema em li vê tabloyê dinêrin gotina Midûriyeta Gişti ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê rastiyê nîşan nade.
Di dijhiqûqiya li ser birêz Ocalan de israr dikin.
Di daxuyaniyan de tê gotin ku tecrîd tuneye, bi girtiyên din re aktîvîte tê kirin.
Gelo bi rastî Birêz Ocalan bi girtiyên din re tê gel hev.
Em dizanin ku Midûriyeta Gişti ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê tecrîdê dibe asta herî jor.”
Elîf Taşdogen: Li dijî tecrîdê divê hiqûqnas dengê xwe bilind bikin
Elîfê anî ziman ku cezayên kêfî yên dîsîplînê wekê li gorî hiqûqê ye nîşan didin û wiha domand:
“Ceza û lêpirsînên dîsîplînê ji parêzeran re nayê teblîgkirin.
Bi vî awayî riyên îtîrazê tên girtin.
Pêşî li mekanîzmayên hiqûqê tên girtin.
Li girtîgeha Îmraliyê dijhiqûqî hatiye avakirin.
Dewleta Tirk dizane ku pêvajoyek darizandinê ya vê dijhiqûqiyê heye û ji îro de hewl dide tedbîra xwe bigire.
Tecrîd bandor li ser hemû kesî dike, divê parêzvanên mafê mirovan û hiqûqnas dengê xwe bilind bikin.
Li dijî vê hiqûqiyê em ê têkoşîna xwe ya hiqûqê bimeşînin.”



