Îro li Dêrik û Tebqayê merasîma oxirkirina şehîdan hebû.
Li Kobanê jî, ji malbata gerîlayê HPG’ê Fîraz Artêş re sersaxî hat xwestin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Esed Şêxo di 9ˊê Gulanê de di encama nexweşiyekê de şehîd bû.
Îro şehîd Esed Şêxo li gortisata Şehîd Xebat hate oxirkirin.
Girseya gel cenazeya şehîd ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.
Li goristanê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Xalîse Hacî axivî û diyar kir ku bi fedakariya şehîdan îro ewlehî hatiye herêmê.
Piştî axafitinan Dûre Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.



