Li Tebqayê şehîd Hemze Mihemed Elî hat oxirkirin

Şêniyên Tebqayê bi merasîmekî cenazeyê Endamê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Hemze Elî li goristana Şehîdan sipartin axê.
Li Kobanê jî, ji malbata gerîlayê HPG’ê Fîraz Artêş re sersaxî hat xwestin.

Endamê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Hemze Elî li Minbicê şehîd bûbû.

Şêniyên Tebqayê bi ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd li goristana şehîdan kom bûn.

Di merasîmê de endamê Hêzên Erka Xweperastinê Ehmed El Cabir sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:

“Hemze li ser şopa şehîdan û di oxira avakirina bingehên neteweya demokratîk de şehîd bû.

Em ê heta mîsogeriya serkeftinê tê bikoşin.”

Daweiyê de wesîqeya şehîd Hemze Elî hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata gerîlayê HPGê Fîraz Artêş re xwestin

Li Kobanê jî şêniyên bajêr sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê Fîraz Artêş ku 30’ê Îlona 2022’yan li Metînayê şehîd bûbû re xewestin.

Girseya gel herikîn bin konê sersaxiyê ku li Xurxurî yê rojavayê bajarê Kobanê hatiye vedan.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştre wesîqeya şehîd Fîraz Artêş hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button