Danê siharê li çiyayê Qereçoxê yê bi ser Herêma Mexmûrê, li dijî DAIŞ’ê operasyonek hate destpêkirin.
Li gorî rayedarên leşkerî, ji ber werza birîna genim û ceye dijî DAIŞ’ê operasyon hatiye destpêkirin.
Li çiyayê Qereçoxê û gundê Elîreş yê girêdayî Mexmûrê, bi tevlîbûna hêzên Hevpeymana Navnetewî, Dijî Terora Iraqê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek leşkerî hatiye destpêkirin.
Fermandarê xwebexş yê pêşmergeyan Xazî Feysel ragihand ku operasyon li ser daxwaza wan pêk hatiye û got;
“Li herêmê niha dema çînîna genim û ceye, ji ber vê jî li herêmê metirsiya çeteyên DAIŞ’ê heye, lewma operasyon hatiye destpêkirin.”
Hêjayî gotinê ye her sal bihatina dema dirûtina genim û ce re, çeteyên DAIŞ’ê li gelek cihan agir berdidin zeviyên cotyaran.



