Bi boneya salvegera 32. a şahadeta hunermend û pêşenga têkoşîna jinên Kurd Hozan Mizgîn li herêmê çalakî hatin li darxistin.
Di çalakiyan de hate diyarkirin ku Hozan Mizgîn xeta azadiyê ye.
Destkeftiyên îro mîrasa ked û têkoşîna wê û rêhevalên wê ye.
Bi boneya 32’yemîn salvegera şahadeta şehîd Mizgîn, li gelek herêmên Bakur û Rojhiltê Sûriyê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
TEV-ÇAND û Tevgera Hîlala Zêrîn a Jinê li bajarê Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo merasîma bîranînê li dar xist.
Tevgera Çand û Hunerê li Kantona Firatê jî bi koordîneya Tevgera Hîlala Zêrîn ji bo bîranîna şehîd Mizgîn çalakiyek li dar xistin.
Endama rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn Fatme Xelîl di çalakiyê de axivî û got:
“Şehîd Mizgîn Hunera xwe kir çek û li hember dagirkeriyê têkoşiya.”
Piştire, belgefîlmeke kurt der barê jiyana şehîd Mizgîn de hate nîşandan.
Bi heman boneyê li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî bi sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Mizgîn bi dawî bû.
Bi heman armancê li Tebqayê jî şahiya bîranînê hebû.
Li Minbicê jî şehîd Mizgîn hate bi bîranîn.
Li wir, kesê ku axivîn teqez kirin ku Hozan Mizgîn ji bo jinan nîşaneya xeta azadiyê ye.
Her wiha li Şehbayê jî çalakiyek hate lidarxistin.
Ji Rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê Newroz Silêman diyar kir ku ew wek jin riya şehîd hozan Hizgîn bişopînin.



