HPGg’ê nasnameya 3 Şehîden Metîna yê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 Şehîdên Metînayê eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji malbatê Şehîdan re xwest û got:
“Hevrêyên me Qehreman, Rûbar û Fîraz bûn mîlîtanên Apoyî yên mînak”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şehîdên Metînayê eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de, derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kirin:

HPG: Hevrêyên me bûn Mîlîtanên apoyî yê mînak

Hevrêyê me Qehreman li Curnê Reş Hîlvan ku yek ji herêmên têkoşîna me ya azadiyê cara ewil lê geş bû, ji dayik bû.

Hevrêyê me Qehreman di sala 2011’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me bi şêwazê şerê serdema nû ya Gerîlaya Modernîteya Demokratîk şer kir û bû pêşengê demê.

Hevrêyê me Rûbar li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê, di malbateke xwedî nirxên netewî û çanda Kurdî de hatiye dinê.

Hevrêyê me yê di sala 2015’an de berê da çiyayan û ji herêma Serhedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Rûbar ku hema bêje li her qadên herêma Metîna gerîla bû, li vir li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dijmin beşdarî gelek çalakiyan bû û pêşengî kir..

Hevrêyê me Fîraz di malbateke ji eşîra Ketîkî ya qedîm a Kobanê ku bi berxwedana xwe li cîhanê bû sembola Kurdbûna azad, de hat dinê.

Di sala 2017’an de li herêma Rojava tevlî nava refên berxwedanê bû û nêzî du salan li wir şer kir.

Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û biryardariyeke mezin tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Fîraz bi kesayeta xwe ya dilnizim û çalak dihat naskirin û bû mîlîtanek Apoyî yê mînak.

HPG: Emê têkoşîna Şehîdan bi serkeftinê tacîdar ikin

HPG’ê herî dawî sersaxî ji gelê kurdistanê re xwest û got:

“Em weke hevrêyên wan soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe Qehreman, Rûbar û Fîraz her tim ji xwe re mînak bigirin, bîranînên wan zindî bihêlin û bi van hestan sersaxiyê ji malbatên hêja û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.”

Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ye:

Nasnav: Qehreman Mûrat
Nav û Paşnav: Orhan Demir
Cihê jidayikbûnê: Riha
Navê Dayikê: Xanim
Navê Bav: Hecî Bekir
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Îlona 2022 / Metîna

Nasnav: Rûbar Xemgîn
Nav û paşnav: Mihemed Direwş
Cihê jidayikbûnê: Makû
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Enwer
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Îlona 2022 / Metîna

Nasnav: Fîraz Arteş
Nav û paşnav: Muhammed Heliç
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayikê: Xezal
Navê Bav: Minih
Dem û Cihê Şehadetê: 30’ê Îlona 2022 / Metîna

Back to top button