Rûsya beşek ji leşkerên xwe dê ji Ermenîstanê vekişîne

Serokdewletê Rûsyayê Putîn û Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li Moskowê hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de mijarên li ser vekişîna parêzvanên sînor ên Rûsî hat nîqaşkirin.
Li gor encama civînê Rûsyayê beşek ji leşkerên xwe ji Ermenîstanê vekişîne, lê li ser sînorê Tirkiyê û Îranê bimînin.

Li ser sînorên Ermenîstanê yên bi Tirkiyê û Îranê re, parêzvanên sînor ên Rûsyayê dê xizmeta xwe bidomînin.

Hat ragihandin ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li ser daxwaza Êrîvanê razî bûye ku hêzên Rûsî û parêzvanên sînor ji gelek deverên Ermenîstanê vekişin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Pûtîn û Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan di civîna li Moskowê de li ser qonaxa nû ya vekişîna Rûsyayê li hev kirin.

Ev daxuyanî piştî derketina nêzîkê 2 hezar hêzên aştiyê yên Rûsî ji herêma Qerebaxê û derdora wê hat.

Vê vekişînê bi cihbûna xwe ya ku bi salan li herêma stratejîk a Kafkasya Başûr ji Moskowê re bingehek leşkerî peyda kiribû bi dawî kir.

Ermenîstanê her wiha ji parêzvanên sînor ên Rûsî xwest ku ji 1’ê Tebaxê pê ve cihên xwe yên li balafirgeha sereke ya Êrîvanê vekişin.

Hêzên Rûsî li ser sînorê Tirkiyê û Îranê bimînin

Her wiha Dimitrî Peskov got:

“Payîza sala 2020’an li ser daxwaza aliyê ermenî, leşker û parêzvanên me li hin herêmên Ermenîstanê hatin bicihkirin.

Paşînyan anî ziman ku ji ber şert û mercên guherînê hewcedarî bi vî rengî nîne.

Bi qebûlkirina Serok Putin re li ser vekişandina leşkerên me û parêzvanên sînor lihevkirinek çêbû.”

Peskov diyar kir ku li ser daxwaza Erîvanê, parêzvanên sînor ên Rûsyayê dê li ser sînorên Ermenîstanê yên bi Tirkiye û Îranê re bimînin.

Paşînyan rexne li Rûsyayê kir ku destwerdan nake ji bo rawestandina hêzên Azerbeycanê li Qerebaxê.

Back to top button