Şerê navxweyî ya Sûdanê

Li Sudanê şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de didome.
Tevî hewldan û lêgerînên çareseriya siyasî jî li welêt şer nesekinî ye.
Li gor rapor û daneyên rêxistinên navnetewî li Sûdanê rewşa dermirovî tê jiyîn.

Li Sûdanê şerê ku di navbera artêşa Sudanê û Hêzên Piştgiriya Bilez de diqewime bi hezaran kes mirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji ber şer 48 mîlyon kes bi xelayê re rû bi rû ne.

Her wiha binesaziya welêt wêran bûye û zêdetirî 8,5 mîlyon kes koçber kirine.

Bajarê Darfur û El Feşîr a Sûdanê kiryarên dermirovî

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, hêzên ser bi Muhammed Hamdan Daklu niha çar navendên ji pênc parêzgehên ku herêma rojavayê welat pêk tînin kontrol dikin.

Nêzîkî 800 hezar koçber li El-Feşîr ku yekane paytexta ku di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Bilez de ye, bi cih bûne.

Ji ber zêdebûna pevçûnan li Bakurê Darfûrê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî fikarên xwe yê kûr li ser mijarê anî ziman.

Hêzên piştgiriya bilez bi paqijiya etnîkî tê tawanbarkirin

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) Hêzên Piştgiriya Bilez bi komkujiyên li dijî Masaliyan li El-Cuneyna ya paytexta eyaleta Darfûr a Rojava sûcdar kir.

Her wiha rapora ku binpêkirinên dubare di sala dawî de ji dema ku pevçûnên di navbera Hêzên Piştgiriya Bilez û artêşa Sûdanê de di Nîsana sala borî de dest pê kir vekolîn kir.

Li gorî raporê, êrîşên Hêzên Piştgiriya Bilez û milîsên hevalbendên wê yên li El-Cûneyna bi hezaran kes mirine û bi sed hezaran kes jî penaber bûne.

Di raporê de her wiha hat gotin ku ‘zêdetirî nîv milyon penaberên ji Derfûra Rojava di navbera Nîsana û dawiya Cotmehê de reviyan Çadê û ji sedî 75’ê wan ji El-Cûneynayê hatine.’

Ji aliyê din ve, xebatkarên tenduristiyê yên girêdayî Bijîşkên Sînornenas ji ber êrîşan ji Nexweşxaneya Wad Madanî vekişiyan.

Li Darfur û Kordofana a Sudanê rageşî

Back to top button