Zelenskiy cara duyemîn fermandarê hêzên taybet guhert

Serokkomarê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy di 6 mehên dawî de cara duyemîn fermandarê hêzên taybet guhert.
Her wiha Vladimîr Zelenskiy anî ziman ku bi şandina çekên nû Ukrayna dikare pêşdeçûna leşkerên Rûsî li eniya rojhilat rawestîne.
Li aliyê din Almanya dê 3 pergalên HIMARS ji Amerîkayê bikire û derbasî Ukraynayê bike.

Serokkomarê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy di 6 mehên dawî de cara duyemîn fermandarê hêzên taybet guhert.

Zincîra fermandariya artêşa Ukraynayê ji meha Sibatê û vir ve di astên cûda de hate guhertin.

Di wê demê de, Zelenskiy diyar kir ku serfermandarekî leşkerî ya nû kontrola hêzên çekdar xistiye destê xwe.

Ev guhertin di demekê de ye ku leşkerên Rûsî bi sûdwergirtina ji kêmbûna hêza leşkerî ya artêşa Ukraynayê û kêmbûna topan, li eniya rojhilat pêşde diçin.

Di biryarnameyek cuda de hat weşandin ku Zelenskiy Dmytro Hereha, ku wî di meha Adarê de ji kar dûrxist, ji nû ve wek fermandarê hêzên piştevaniya artêşê destnîşan kir.

Hêzên taybet di raya giştî de li ber çavan xuya nakin, lê tê texmîn kirin ku bi taybetî nîvgirava Kirimê beşdarî operasyonên Ukraynayê yên li herêmên di bin kontrola Rûsyayê de bûne.

Zelenskiy: Dema çekên nû werin Ukrayna dê êrîşa Rûsyayê rawestîne

Her wiha Vladimîr Zelenskiy di wê baweriyê de ye ku Ukrayna dikare pêşdeçûna leşkerên Rûsî li eniya rojhilat rawestîne.

Ev yek dê biqewime ji ber ku Ukrayna şandinên nû yên çekan ji hevkarên xwe werdigire.

Zelenskiy di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Mezola re axivî û got:

“Eger stokên wan ên çekan zêde bibin, em dikarin wan li rojhilat rawestînin. Niha li wir însiyatîfa wan heye.

Ev ne veşartî ye. Divê em wan rawestînin û însiyatîfê bigirin destê xwe.”

Zelenskiy diyar kir ku dema ji biryara her alîkariyên derve heta wergirtina vê alîkariyê li eniya Ukraynayê “ne bi kîlometre, lê bi hefte û mehan” tê pîvandin.

Zelenskiy her wiha anî ziman ku her çend Rûsyayê komên xwe yên leşkerî di her warî de bi hêz kiriye jî, “Ew bi qasî ku difikirîn ne di rewşek baş de ne.”

Almanya ji Amerîkayê dê 3 pergalên himars ji bo Ukraynayê bikire

Li aliyê din Almanya dê 3 pergalên HIMARS ji Amerîkayê bikire û derbasî Ukraynayê bike.

3 rampayên HIMARS’ê dê ji embarên hêzên çekdar ên Amerîkî werin.

Di dema şerekî berfireh de, artêşê gelek caran behsa karanîna serketî ya vê çekê kiriye.

Di meha Tîrmehê de, Ofîsa Serokê Ukraynayê gotibû ku divê artêşa Ukraynayê di zûtirîn dem de herî kêm 50 roketavêjên HIMARS’ê werbigire.

Back to top button