Tuesday 2026/06/09
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Di nava 3 salan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate astengkirin

May 10, 2024
in KURDISTAN
A A
Gireva birçîbûnê ya zîndanan di roja 28. de didome
Share on FacebookShare on Twitter

Girtî bi her awayî rastî binpêkirina mafan tên û mafê wan ê hêviyê ji holê tê rakirin.
Bi awayekî bêhiqûqî poşmantî li girtiyan tê ferzkirin.
Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên li Girtîgehan di navbera salên 2021 û 2023’yan herî kêm berdana 384 girtiyan hate taloqkirin.
Endama ÎHD’ê Nûray Çevîrmen destnîşan kir ku divê lijneya ku “Mafê Hêviyê” ji holê radike bê betalkirin.

Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê ku ji çileya 2021’an ve li girtîgehan ketine meriyetê bi biryarên xwe yên çavdêriyê înfaza girtiyên ku divê bi şertê kontrola edlî bên berdan an 3 an jî 6 mehan taloq dike.

Ev jî bi xwe re gelek mexdûriyetan tîne.

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan-ÎHD di navbera salên 2021 û 2023’yan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate taloqkirin.

Girtiyên ku di serlêdanên xwe yên li ser mijarê li ÎHD’ê kirin de dan zanîn ku lijne bi nêzîkatiyên siyasî nêzî wan dibe û “poşmantiyê” li wan ferz dike.

Nûray Çevîrmen: Lijne weke dadgehê tevdigerin

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen anî ziman ku taloqkirina berdanan yek ji pirsgirêkên bingehîn ên li girtîgehan diqewimin e û got:

“Di çarçoveya hin deman de bi periyodên 3 meh, 6 meh û 12 mehan berdan tên astengkirin.

Neqebûlkirina hevdîtina girtî ya bi meleyî re, bi psikolog re, negirtina pirtûkan a ji pirtûkxaneyê an jî xwendina zêde ya pirtûkan ji neberdana girtiyan re dikin hincet.

Dîsa yek ji sedemên din jî tevlinebûna aktîvîteyên civakî tê nîşandan ku ev mijareke girîng e.

Îdareya ku nahêle girtî vî mafê xwe bikarbînin, weke sedema neberdana girtiyan jî vê yekê têxe nava dosyayê.

Her çiqas rêveberî divê teqez hemû mafên di qanûnan de hatine naskirin bi cih bîne jî, bi cih naîne û dibe sedem ku girtî neyê berdan.”

Nûray Çevîrmen: Girtî bi her awayî rastî binpêkirina mafan tên

Nûray Çevîrmen diyar kir ku di girtiyekî 36 sal ceza lê hatibe birîn neçar dimîne ku temamê cezayî di girtîgehê de temam bike û wiha domand:

“Girtî bi her awayî rastî binpêkirina mafan tên û mafê wan ê hêviyê ji holê tê rakirin.

Bi awayekî bêhiqûqî poşmantî li girtiyan tê ferzkirin.

Lijneya Çavdêrî û Îdareyê pirsên “Em çekê bidin we hûn ê me bikujin? Derbarê rêxistinê de çi difikirin?” li girtiyekî kirine.

Divê Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên li ser cezakirinê hatine avakirin teqez bên rakirin û betalkirin.

Name û daxwaznmaeyên girtiyan ên ji bo rakirina binpêkirinan ji saziyan re tên şandin tên desteserkirin. “

Previous Post

HPGg’ê nasnameya 3 Şehîden Metîna yê eşkere kir

Next Post

Qubad Talebanî: Paşdexistina hilbijartinan ji statuyê re zirar e

Weşana girêdayî

Heşdî Şabî û pêşmerge; di navbera zextên entegrasyonê û hevkêşeyên desthilatdariyê de
KURDISTAN

Heşdî Şabî û pêşmerge; di navbera zextên entegrasyonê û hevkêşeyên desthilatdariyê de

Mûstafa Karasû: Polîtîkaya tecrîdê polîtîka qirkirina Kurd e
KURDISTAN

Endamê konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû derbarê rojev û pêvajoyê de axivî

Îranê êrişî Kampa Azadî ya li Koye kir
KURDISTAN

Îranê êrişî Kampa Azadî ya li Koye kir

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye