“Dewleta Tirk bi girtina Ocalan dixwaze dawî li pirsgirêka Kurd bîne”

Tecrîda li ser Rêber Apo didome.
Cîgirê Sekreterê Hizba Komunîst a Kurdistanê Seîd Ehmed li ser tecrîdê got:
“Dewleta Tirk bi rêya girtina Rêber Ocalan dixwaze dawî li pirsgirêka gelê Kurd bîne.

Sedîq Ehmed diyar kir ku xebat û têkoşîna gelê Kurd a ji bo bidestxistina mafên rewa rojane zêdetir dibe û got:

“Her wiha têkoşîn û qurbanîdana ji bo azadî û serxwebûnê roj biroj pêşdikeve.

Rêber Ocalan serkirde û şoreşgerekî gelê Kurde.

Ocalan ji bo mafên gelê Kurd têkoşîn kiriye û ji bo wê çendê jî bi salane bêy tawan ji aliyê desthilata dewleta Tirk ve di girtîgehê de tê hiştin.

Ev jî wê nîşan dide ku li Tirkiyeyê pêvajoya demokrasiyê nîne û baweriya wan bi mafên rewa yên gelê Kurd nîne.”

Ehmed anî ziman ku Dewleta Tirk bi rêya girtina serkirdeyên Kurdan dixwaze têkoşîna ku gelê Kurd ji bo mafên xwe yên rewa dike, tine bike û wiha domand:

“Divê yekdengî û yekrêziya aliyên Kurdî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hebe.”

Back to top button