PDK 199 rojin rojnamevan Silêman Ehmed revandiye

Ji rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin,199 rojin agahî nayê girtin.
Mamostayên Zanîngeha Helebceyê derbarê azadiya raman û çapemeniyê li Başûrê Kurdistanê axivîn û gotin:
Ji ber ku rojnamevan gendeliyên deshilata Başûrê Kurdistanê eşkere dikin dixwazin wan bitepisînin.

Di demên borî de, kabîneya Mesrûr Barzanî bêyî tu bingeheke yasayî bi awayekî eşkere rojnamevan û çalakvanan girtin.

Weke mînak rojnamevan Silêman Ehmed, rojnamevan û çalakvanên Behdînan jî şahidê vê yekê ne.

Ev hemû bû sedema nerazîbûnên herêmî û navnetewî.

Di encamê de heta îro vê kabîneyê di warê tepeserkirina dengê azadiyê li Başûrê Kurdistanê de xwedî lekeye kreşe.

Mamostayên Zanîngeha Helebceyê derbarê azadiya raman û çapemeniyê li Başûrê Kurdistanê axivîn.

Rezwan Farûq: Ji ber ku rojnamevan gendeliyên deshilatê eşkare dike tên girtin

Mamostayê Zanîngeha Helebce Rezwan Farûq di vê derbarê de nêrînên xwe wiha parve kirin:

“Desthilata Başûrê Kurdistanê nikare denge nerazî ku gendeliya wan eşkere dikin bitepisînin.

Ji ber ku tepisandina dengên azad xizmetê ji pêvajoya demokratîk re nake.

Belku bi cûreke din ew xizmetê ji wê pêvajoyê re dike.”

Herwiha Mamostayê Zanîngeha Helebce Omer Firad jî derbarê rejîma li dijî azadiya raman û çapemeniyê ya li Başûrê Kurdistanê wiha got;

“Girtina mamosta û rojnamevanan zerereke mezin daye nav û dengê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê.

Lê girtina mamoste, çalakvan û rojnamevanan nîşan dide ku ew çiqasî tengin, li ser azadiya kesane û profîla taybet ya çînên cuda yên di nav civakê ne.”

Serxêl Fetah: Li Başûrê Kurdistanê azadiya raman nîne

Mamostayê zanîngehê Serxêl Fetah jî dîtinên xwe derbarê zexta li ser azadiya ramanê, azadiya çapemenî û aliyên ne li gel desthilata Başûr wiha anîn ziman;

“Di raporên navneteweyî de bi berdewamî behsa binpêkirinên desthilatdariyê yên li dijî rojnamevan û dengên azad tê kirin.

Ev jî nîşaneya wê yekê ye ku ev kabîne û hukûmet tu bingehê dewletbûnê tuneye.

Ji ber ku yek ji bingehên her dewletekê azadiya ramanê ye.

Gotinên hikûmet, desthilata Başûrê Kurdistanê yên di derbarê demokrasiye de bûne weke dirûşmeyan, tenê di gotin de ne û tiştek nehatiye kirin.”

PDK 195 rojin Silêman Ehmed revandiye

Back to top button