Ji bo balkişandina ser tecrîdê wêne û pirtûkên Rêber Apo hatin pêşandan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Dirbêsiyê pêşangeha wêne û pirtûkên Rêber Apo vekir.
Di pêşengehê de qala tecrîdê hatiye kirin û hate diyar kirin ku ev tecrî li ser tevahî mirovahiyê ye.

Pêşangeh li Parka Şehîd Osman Sebrî ya Dirbêsiyê hat vekirin.

Di pêşangehê de bi dehan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl, meclis û Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdar bûn.

Li wir bi dehan wêne û pirtûkên Rêber Apo hatin pêşandan.

Di çalakiyê de endamê Însiystîfa Gel a bajarê Dirbêsiyê Siûd Meîş axivî û başkişand ser tecrîda li ser Rêber Apo.

Siûd Meîş destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser tevahî mirovahiyê ye û got:

“Fikrê Rêber Abdullah Ocalan li dijî kapîtalîzm û desthilatiyê ye. Ji ber wê jî tecrîda li ser wî tê girankirin.”

Di dawiya çalakiyê de sînevîzyonek li ser têkoşîna Rêber Apo û tecrîda li ser wî hat pêşkêşkirin.

Back to top button