Çeteyan agir bi zeviyên gundên Şêrawayê xistin

Piştî hatina dema çinîna çandiniyê bi taybetî jî genim, çateyên dewleta Tirk a dagirker hewil didin ziyan bihînin welatiyan.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku li gundê Basilê bi cih bûne, agir bi zeviyên gundên Aqîbê û Bênê yên Şêrawayê dixin.

Li gorî agahiyên ji me re hatine, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundê Basilê bi cih bûne agir bi zeviyên gundên Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê ya dagirkirî xistin.

Li hember wê jî şêniyên her du gundan ji bo pêşiya agir bigirin ketine nava tevgrê.

Ev ne cara yekeme ku çateyên dewleta Tirk a dagirker agair bi zeviyên welatiyan dixwin.

Lewma divê çarçoveyê de li gorî agahiyên ku ji me re hatine li dijî vê yekê welatiyên hêrêma Şehbayê jî di nava amadekariyê de ne.

Dagirkeran gundê Kawiklî yê Minbicê topbaran kir

Di danê êvarê de jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Kawiklî yê rojavayê kantona Minbicê topbaran kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, ragihand ku dagirkeran bi obîsan herêm topbaran kirin.

Li Şehbayê ji ber êrişan agir bi zeviyekê ket

Back to top button