Li Şêrawa cotkar ditirsin ji ber bombebaranê zeviyên wan bişewitin

Dewleta Tirk a dagirker rojane Şêrawa topbaran dike.
Metirsiyên cotkarên Şêrawa hene ku ji ber bombebaranê zeviyên wan bişewitin, lewma ji bo rewşên awerte amadekariyên xwe kirine.

Mihemed Genco ku cotkarekî ji gundê Bênê ye diyar kir ku her roj topbarana dewleta Tirk li ser gundên Şêrawa heye û metirsiya wan di dema çinînê de zêdetir bûye û got:

“Me ji bo parastina mewsima xwe amedekariyên xwe kirine.

Em ê her tim li hemberî êrişan li ber xwe bidin û ji gundê xwe dernakevin.”

Her wiha cotkarê ji gundê Bênê Mihemed Mihemed jî anî ziman ku wan genim û ceh çandine û niha amadekariyan dikin da ku di dema şewatekê de yekser mudaxeleyê lê bikin û got:

“Tevahî gundê Bênê û cotkarên wê zêviyên xwe diparêzin.”

Her wiha cotkara bi navê Nîdal Yûsêf a ji gundê Ziyaretê jî destnîşan kir ku sala par li gel me şewat çênebû, lê li gundên din ên navçeya Şêrawa çêbû û ziyanên û madî çêbûn.

Çeteyan agir bi zeviyên gundên Şêrawayê xistin

Back to top button