Parêzer Bîlmez: Wezareta Edaletê yekser derewan dike!

Wezareta Edaletê ji bo serlêdanên Îmraliyê gotibû li Îmraliyê ‘Tecrîd nîne’.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez li ser mijarê axivî û diyar kir ku Wezareta Edaletê yekser derewan dike û got:”Ev cezayên dîsîplînê yên bi rêk û pêk bûne, veguherîne rêbazeke ji bo peydakirina hincetê ji tecrîdê re, ti aliyekî xwe yê hiqûqî nîne.
Tevî ku li pey hev hevdîtinê asteng dikin jî îdîa dikin ku li Îmraliyê tecrîd nîne.”

Ji Rêber Apo 38 meh in ti agahî nayê wergirtin.

Wezareta Edaletê jî diyar kiri bû ku li Îmraliyê ‘Tecrîd nîne’

Têkildarî mijarê, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez axivî û diyar kir ku Wezareta Edaletê yekser derewan dike.

Îbrahîm Bîlmez ragihand ku ev pratîk pêwendiya xwe bi şêweyê hikumkirinê ya desthilatdariya AKP’ê heye û bi bîr xist ku desthilatdariyê derew ji xwe re kiriye polîtîkayek.

Îbrahîm Bîlmez : Em bi ti awayî nikarin agahiyê werbigirin, rewşek ji tecrîdê jî wêdetir e

Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku li gorî qanûnê, Veysî Aktaş ê ku cezayê muebbetê lê hate birîn piştî 30 salên girtinê divê bi şert bê berdan û got:

“Lê belê tevî ku 2 hefte di ser 30 salan re derbas bûne nehatiye berdan.

Em bi zorê bi telefonê bi rêveberiya girtîgehê re axivîn û ev yek bihîst.

Diyar e ku biryara dirêjkirina înfazê dewama polîtîkaya birîna têkiliya bi Îmraliyê re ye.

Ev yek ji tecrîdê jî wêdetir e û desthilatdarî dixwaze vê rewşê dewam bike.”

Îbrahîm Bîlmez: Cezayên Dîsîplînê rêbazek ji bo afirandina hinceta ji tecrîdê re ye

Bîlmez bi bîr xist ku heman beriya daxuyaniya ‘tecrîd nîne’ ya Wezareta Edaletê ji bo 3 meh ên din cezayê dîsîplînê li muwekîlên wan û got:

“Ev cezayên dîsîplînê yên bi rêk û pêk bûne, veguherîne rêbazeke ji bo peydakirina hincetê ji tecrîdê re, ti aliyekî xwe yê hiqûqî nîne. Tevî ku li pey hev hevdîtinê asteng dikin jî îdîa dikin ku li Îmraliyê tecrîd nîne.”

Îbrahîm Bîlmez: Naxwazin deng ji îmraliyê derkeve, ji ber ku dengê çareseriyê wê ji wir derkeve

Bîlmez ragihand ku bi rêya van cezayên dîsîplînê yên bêhiqûqî dixwazin tecrîdê bidin qebûlkirin û wiha domand:

“Eşkere ye ku naxwazin dengê muwekîlê me Birêz Ocalan bigihêje derve.

Demeke dirêj e bi vî rengî ye, mîna ku meseleya Kurd nîne tevdigerin.

Dixwazin meseleya Kurd bi polîtîkayên tundiyê çareser bikin û ji ber vê yekê jî li ser Birêz Ocalan tecrîdê ferz dikin. Ev yek eşkere ye.

Naxwazin deng ji Îmraliyê derkeve ji ber ku dengê ji wê derê derkeve dengê çareseriyê ye. Desthilatdarî vê yekê naxwaze.”

Back to top button