Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Pervîn Bûldan bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê û got: “Bi milyonan kesî xwest ku ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe de axivî û mijarên di rojevê de nirxand.
Beriya ku Pervîn Buldan biaxive, sînovziyona ji dîmenên pîrozbahiya Newrozê pêk dihat hat nîşandan.
Piştî nîşandana sînevîzyonê Pervîn Buldan axivî û bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê.
Pervîn Buldan diyar kir li seranserê Kurdistanê, Tirkiyê û li derveyî welat bi milyonan însan herikî qadan û got:
“Xelkê carek din got hûn nikarin îradeya me tune bihesibînin.”
Pervîn Buldan destnîşan kir ku gelê kurd û dostên xwe bi agirê Newrozê bersiva tarîtiya faşîzmê dan û wiha dewam kir:
“Daxwaza azadî û berxwedanê ya gelê Kurd desthilat aciz kir.
Ji ber di Newroza Amedê de xwestin ku xelkê asteng bikin û qada Newrozê vala nîşan bidin.
Zilm û îşkenceyê li xelkê kirin, lê nikaribûn berxwedan û sekna gelê Amedê bişikînin.
Xelkê me tevî hemû astengiyan jî got, ‘dem dema serkeftinê û azadiyê û yekitiyê ye’.”
Di dewamê de Pervîn Buldan bal kişande ser êrişên li dijî vîna gel û partiyan wan û got:
“Bi milyonan kes li derdora partiya xwe HDP’ê bûn xelek û eşkere kirin ku kes nikare bi dozên girtin û komployê partiya wan bigire û pêşiya siyaseta demokratîk bigire.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê dawî îşaret bi peyam û bangên gelê Kurd a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yên li qadên Newrozê kir
Pervîn Buldan: Bi milyonan kesî xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin
“Newrozê nîşan da ku pirsgirêka kurd bi tecrîdê, bi dijminatiya kurdan, çareser nabe, bi diyalog û muzakereyan û polîtîkayên aştiyane dikare were çareserkirin
Bi milyonan kes carek din nîşan da ku ew li pey nameya çareseriyê ya 2013’an in û Mutabakata Dolmabahçeyê ya 2015’an in.
Bi milyonan kes xwest ku tavilê ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin.