Şehîdên Meha Gulanê li London û Atînayê hatin bibîranîn:
Di bîranînê de peyama bilindkirina têkoşînê hate dayîn.
Ji bo Şehîdên Meha Gulanê li paytexta Ingilîstan, Londonê û li paytexta Yewnanîstan Atînayê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
Çalakiya ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Gelê Kurd ve hate lidarxistin.
Bîranîn bi deqyekî rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka Jinên Ciwanên Têkoşer (Teko-JIN) a Ingilistanê ve hat kirin.
Hat destnîşankirin ku Şehîdên Meha Gulanê li dijî faşîzîm, dagirkerî, newekhevî û xeta xiyanetê rênîşaneya xeta jiyaneke azad û birûmet e.
Her wiha kesên din ên ku di çalakiyê de axivîn balkişandin ser armancên şehîdan û gotin:
“Em soza xwe dubare dikin ku heta şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin.”
Li Atîna yê jî çalakiya bîranînê bi beşdariya şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyê ve hate lidarxistin.



