Kurdên ku bi hêviyên mezin koçî Elmanyayê kirin, li nêzîkatiyên dijminane rast hatin.
Kurdên ku xwe gihandina Almanyê jî bûn hedefa saziyên dewletê û komên din ên koçber.
Di nava welatên ku li Elmanyê herî zêde serlêdan kirin de Sûriye, Tirkiye, Efganistan, Iraq û îran di rêzên destpêkê de ne.
Di nava salê de heta niha 47 hezar û 90 serlêdanên penaberiyê hatin kirin.
Salên dawî ji çar parçeyên Kurdistanê ber bi Eewropayê û welatên bakurê Emerîkayê (DYE û Kanadayê) koçeke zêde heye.
Bi sed hezaran mirov welatê xwe diterikînin û li qadeke nû ya jiyanê digerin.
Ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ji Rojava, ji Başûr, li Îran û Tirkiyê jî ji ber zextên dewletê ji Rojhilat û Bakur bi hezaran Kurd koçî Ewropayê û welatên Bakurê Emerîkayê dikin.
Kurdên ku berê xwe didin van welatan ku dibêjin ji aliyê siyasî û aborî ve ‘azadîparêz e’ ji aliyê şexsî ve bi hêviya alîkariya malî, stargeh û dermankirinê koç dikin.
Di serlêdanên Penaberiyê de li Elmanyê rewşa heyî
Li gorî daneyên Daîreya Penaber û Koçê ya Federal (BAMF) Elmanyayê Sibata 2024’an 19 hezar û 494 serlêdanên penaberiyê wergirt.
Îsal heta niha 47 hezar û 90 serlêdanên penaberiyê hatin kirin.
Ofîsa Federal di nava vê salê de têkildarî 54 hezar û 705 serlêdanên penaberiyê biryar (qebûl-red-terikandina welêt) da.
Di navbera mehên Çile-Sibata 2024’an de 50 hezar û 779 kesan li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kirin.
Li gorî heman dema sala derbasbûyî (54 hezar û 333 serlêdan hatin kirin) ev hejmar di asta ji sedî 13.3 de kêm bûye.
Di nava welatên ku li Elmanyayê herî zêde serlêdan kirin de Sûriye, Tirkiye, Efganistan, Iraq û îran di rêzên destpêkê de ne.
Di demên Çile-Sibatê de ji Sûriyeyê 14 hezar û 24, ji Tirkiyeyê 7 hezar û 649, ji Efganistanê 6 hezar û 679, ji Iraqê hezar û 849, ji Îranê jî hezar û 261 kesî serlêdana penaberiyê kirin.
Zor û Zehmetiyên di dema rêwîtiya koçberiyê de
Penaberên ku ji zexta dewletê direvin li şert û mercên zehmet ên koçberiyê rast tên.
Bi taybetî penaberên ji Kurdistanê hatine ya li deryayê ya jî li bejahiyê di rêyên zehmet ên koçberiyê de derbas dibin.
Dawiya dawî Kurdên ku bi hêviyeke mezin berê xwe didin Elmanyayê di ser rêya koçberiyê de li polîtîka û pratîkên dijminatiyê rast tên.
Kurdên ku digihêjin Elmanyayê jî vê carê dibin hedefa êrişên saziyên dewletê û komên din ên koçberan.



