Şerê Rûsya û Ukraynayê tevî danûstandin, lêgerîn û çareseriya aştiyê didome.
Amerîka dê çekan bide Ukraynayê heta ku Rûsya leşkerên xwe ji axa xwe vekişîne.
Her wiha Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî û Parastinê-(NSDC) Aleksander Lîtvînenko diyar kir ku şerê bi Rûsyayê re wê bi danûstandinan bi encam bibe û ji ber vê jî formula aştiyê hatiye çêkirin.
Amerîka dê çekan bide Ukraynayê heta ku Rûsya leşkerên xwe ji axa xwe vekişîne.
Alîkarê Nûnerê Daîmî yê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Robert Wood diyar kir ku beşdariya civaka navneteweyî ya li lûtkeya aştiyê ya Ukraynayê hedefên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo piştgiriya aştî û ewlehiya navneteweyî pêk tîne.
Robert Wood got:
“Heta ku Rûsya êrîşên xwe rawestîne û leşkerên xwe ji Ukraynayê vekişîne, Amerîka dê pabend be ku her tiştê ku ji bo parastina welatê xwe hewce dike pêşkêşî Ukraynayê bike.”
NSDC: Ukrayna fêm dike ku şer dê bi danûstandinan bi dawî bibe
Her wiha Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî û Parastinê-(NSDC) Aleksander Lîtvînenko diyar kir ku şerê bi Rûsyayê re wê bi danûstandinan bi encam bibe û ji ber vê jî formula aştiyê hatiye çêkirin.
Sekreterê NSDC Aleksander Lîtvînenko, di axaftina xwe ya ji bo beşdarên Foruma Herêma Behra Baltîkê ya “NATO 2024 û Ewropaya Arktîk” de got:
“Ukrayna bi eşkere dizane ku şer dê bi danûstandinan bi dawî bibe.
Ji ber vê yekê jî formula aşitiyê ya Serok Zelenskiy hatiye amadekirin û tê pêşxistin.
Helwesta me pir hêsan e û ez bawer dikim ku dê ji aliyê beşdarên Lûtkeya Aştiyê were piştgirî kirin.
Ev rêyeke dîplomatîk a rastîn e ku şansê wê heye ku beşdarî avakirina aştiyek adil bibe.
Lêbelê, ne hewceyê agirbestek 2 salan, lê aştiyek 10 salî ya bi îstîqrar ku dê pêşveçûna Ukraynayê misoger bike.”
Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî û Parastinê diyar kir ku rewşa li eniyê “pir dijwar e, lê dûrî felaketê ye.”
Li gorî Litvinenko, pevçûnên giran dikarin bi dayîna çekên nûjen, bi taybetî parastina hewayî û cebilxane, li Ukraynayê werin sekinandin.
Lîtvînenko her wiha got:
“Eger îro hûn li Ukraynayê nikaribin çekan bibînin, hûn ê sibê bixwe li wan bigerin.”



