![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2023/07/ERDHEJ.jpg)
Li Ekvadorê bi pileya 5,2 û başûrê Tokyo ya Japonyayê jî bi pileya 6 erdhej pêk hat.
Li Brezîlyayê jî ev 2 heftê zêdetir ji ber barîna baranê ya zêde û lehiyê bîlançoya windahiyan jî zêde dibin.
Li gor daxuyaniyê li Brezîlyayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 158 kes û hejmara kesên winda bûne jî 88 e.
Li welatê Ekvadorê yê Amerîkaya Başûr bi mezinahiya 5,2 erdhejek pêk hat.
Di erdhejê de ti ziyanên canî û madî çênebûn.
Li Ekvadorê di 17’ê Nîsana 2016’an da di lerza 7,8an da zêdeyî 77 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Li Başûrê Tokyo ya Japonyayê bi pileya 6 erdhej pêk hat
Li Giravên Ogasawara yên li başûrê paytexta Japonya Tokyoyê li gorî saeta herêmî bi pileya 6 erdhejek pêk hat.
Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.
Li Vbrezîlyayê ji ber lehiyê hejmara miriyan derket 158’an
Li eyaleta Rio Grande do Sul a li başûrê welêt ji ber lehiyên ku ji ber barana ku zêdeyî 2 hefte ne bi bandor e zirara canî û malî zêde dibe.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Parastina Sivîl ve hat dayîn de hat diyarkirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 158 kes û hejmara kesên winda bûne jî 88 e.
Hat parvekirin ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê bi qasî 30 hezar kesî dewam dikin.