![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/06/Capture-Ronahi-1080.01_39_48_06.Still011.jpg)
Heyva Sor a Qeterê bi hevkariya dagirkeriya Tirk dixwazin guhertinên demografîk li Efrînê çêkin.
Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin, guhertina demografî û binpêkirin dagirkeriyê şermezar kirin û gotin: “Divê hesab ji Heyva Sor û saziyên ku dixwazin nasnameya Efrînê bugherînin, were xwestin.”
Dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û kiryarên xwe li dijî Efrînê bi her awayî didomîn e.
Dagirkeran li bajarokên Efrînê êdî avahiyên mêtîngeriyê ava dikin.
Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin, têkildarî guhertina demografîk û avakirina avahiyên mêtîngeriyê axivîn.
Koçbera bi navê Fatima Dawûd ya ji bajarokê Bilbilê, anî ziman ku Heyva Sor a Qeterê bi hevkariya dagirkeriya Tirk malên mêtîngeriyê çêdike.
Roşen Sîno ya ji Mabetayê jî diyar kir ku armanca dewleta Tirk û Heyva Sor a Qeterê ji avakirina malên mêtingeriyê ew e ku guhertina demografîk pêk bînin.
Hesen Hesen ê ji dŞêrawa jî axivî û a zanîn ku armanca Heyva Sor a Qeterê bi hevkariya dagikeriyê tunekirina Kurdan e.
Hesen Osman jî anî ziman ku divê hesab ji Heyva Sor û saziyên ku dixwazin di guhertina nasnameya Efrînê de hevkariya dagirkeriya Tirk bikin, bê pirsîn.