Parêzerê Rêber Apo, Rêzan Sarica daxuyaniya Wezîrê Dadê ya der barê tecrîdê de wek “Dixwazin ser sûcê îşkenceya li Îmraliyê bigirin” nirxand. û got: Sarica diyar kir ku “Heke tecrîd nebe çima hikûmet rapora CPT’iyê eşkere nake?”
39 meh in agahî ji Rêber Apo û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nayê girtin û bi tecrîdek dijwarkirî re rû bi rû mane.
Li aliyekî ev tecrîda girankirî berdewam dike li aliyê din jî Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di civîna Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê de axivî û tecrîdê înkar kir.
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan pirsa tecrîdê ji Tunç kir.
Tunç jî tecrîd înkar kir û ev bersiv da: “Tecrîd tune ye. Biryarên dadgeriya înfazê tên sepandin.”
Ji parêzerên Rêber Apo û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica bersiva Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç da.
Sarica îdiayên Tunç wek “Dixwazin ser sûcê îşkenceya li Îmraliyê bigirin” nirxand.
Rêzan Sarica: Dixwazin bi van daxuyaniyan tecrîdê rewa bikin’
Rêzan Sarica bal kişand ser daxuyaniyên wezaretê û wiha got:
“Daxuyaniyên wezaretê xapandin û rewakirina agahî negirtina Îmraliyê ye.
Yanî dema meriv li daxuyaniyên Wezareta Dadê dinêre; dixwazin hem sepanên dijqanûnî yên li Îmraliyê pêk tên hem jî tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê rewa bikin.”
Rêzan Sarica: Şert û mercên îmraliyê îşkence û dijmirovî derbas kiriye
Sarica diyar kir ku rewşa tecrîdê gihîştiye asta tundiye û wiha domand:
“Li Îmraliyê miwekîlên di şertên ku ji tecrîdê derbas bûye, gihîştiye asta tundiyê û kes nikare navekî lê bike de ten ragirtin.
Yanî şert û mercên li Îmraliyê yên heyî îşkence û dijmirovî derbas kiriye.
Tecrîd têgehek ji bo sepanên li Îmraliyê gelek dimîne jî.”
Rêzan Sarica: Nexwê çima raporên CPT’iyê eşkere nakin?
Sarica ji hikûmetê û Wezareta Dadê pirsa, “Heke li Îmraliyê tecrîd û îşkence nebe, nexwê hikûmet çima cesaret nake ku rapora CPT’iyê eşkere bike?” kir û wiha bi dawî kir:
“Hikûmet çima biryarên Neteweyên Yekbûyî yên li ser şertên Îmraliyê ku dixwaze demildest bên rastkirin, çima ji nedîtî ve tê?
Gelo Wezîrê Dadê çima raporên CPT’iyê ji nedîtî ve tê û daxuyaniyên ku civak-raya giştî dixapîne dide?
Îdia dikin ku qedexeya malbat û parêzeran li gorî ‘hiquqê’ ye, wê demê çima her tişt bê agahiya parêzeran tê kirin.”
Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li baroya Enqereyê dan