Li Herêma Firatê, ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên bi vîrûsa Korona, Rêveberiya Xweser qedexeya giştî ya derketina derve ragihand.
Rêveberiya Xweser a herêma Firatê îro piştî civîna şaneya aloziyê, biryara qedexeya derketina derve ya giştî ji bo 10 rojan ragihand.
Qedexe derketinê roja şemiyê ango 16’ê Cotmehê dest pê dike û 25’ê Cotmehê bi dawî dibe.
Li gorî biryarê, di dema qedexeyê de, hemû dikanên bazirganiyê, cihên olî, holên dawetan û konên sersaxiyê têne girtin.
Her wiha hemû saziyên Rêveberiya Xweser, zanîngeh, dibistan, enstîtu û nivîsgeh , ji bilî saziyên ku hewcedariya wan bi xebata rojane heye, têne girtin.
Ji bo meşandina karê çandiniyê jî, nuqteyên kontrolê rojane ji saet 06.00 heya 08.00’an û ji saet 17.00 heta 19.00’an wê vekirî bimînin.