QSD’ê 2 çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Şihêl yê Dêra Zorê girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi operasiyoneke taybet li Dêra Zorê 2 çeteyên DAIŞ’ê giritn.

Navenda Rêgihandina QSD’ê têkildarî operasiyonê li ser malpera xwe daxiyaniyek parve kir.

Navendê diyarkir ku QSD’ê şevê din li bajarokê Şihêl yê li Dêrazorê operasiyoneke taybet pêk anî.

Di encamê de, 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

QSD’ê dazanîn ku yek ji çeteyên hatîn girtin, Fêsel Ziyad Esfed ku bi Mişel Iraqî tê naskirin e.

Her ev çete weke alîkarê waliyê çeteyên DAIŞ yê Dêrazorê tevdigeriya.

Li gor QSD’ê, destê van her du çeteyan di gelek pilanên li dijî herêmê de hebûn.

Her wiha Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê eşkere kir ku li gel van çeteyan gelek çek, çebilxane û belge hatine desteserkirin.

Hêzên Komandos li dêrazorê çeteyekî daiş’ê girt

Li aliyê din hêzên komandos di 29’ê gulanê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek lidar xist.

Li gorî daxuyaniyê di operasyonê de çeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê Mihemed Hisên Salih hatiye girtin.

Her wiha hêjmarke zêde ji çek û alavên leşkerî bi çete re hatiye girtin.

Back to top button