![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2019/07/HPG-2.jpg)
Yekîneyên gerîla li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker çalakî lidar xistin.
Di çalakiyan de leşkerekî Tirk yê dagirker birîndar bû, droneyek û 2 kamerayên mobese jî hatin bêkêrkirin.
Yekîneyên gerîla careke din konê artêşa Tirk a dagirker hejand.
Derbarê çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.
Li gorî daxuyaniyê:
11’ê Hezîranê li Girê Cûdî û Amediyê yên Zapê gerîlayan 8 caran li dagirkeran dan.
Di çalakiyan de leşkerek birîndar bû, droneyek û 2 kamerayên mobese hatin bêkêrkirin û 2 çeper jî hatin derbkirin.
Heman rojê li herêma Avaşînê jî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
12’ê Hezîranê li Herêma Metînayê jî 2 kamerayên mobesse yên dagirkeran bi çalakiya sekvaniyê hatin bêkêrkirin
Her wiha HPG’ê da zanîn 6’ê Hezîranê li ser rêya Gever û Şemzînanê jî 2 xefikên wêne-kişandinê yên dagirkeran bêkêrkirine.
HPG’ê derbarê êriş û sûcên arteşa Tirk de jî got:
“11’ê Hezîranê tunelên me yên Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hat bombekirin.
Her wiha qadên gerîla di nava 2 rojan de 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”