Xelkê herêmê ji bo naskirina rewşa Rêber Apo di nava çalakiyan de ne

Ji bo naskirina rewşa Rêber Apo li seranserî herêmê gel çalakiyan lidar dixin.
Duh li Qamişlo, îro li Reqa û Minbicê meşên girseyî hatin lidarxistin û hate gotin: “Divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo seferber bibe.”

Her ku diçe tecrîda li dijî Rêber Apo girantir dibe.

Li hember vê bêhiqûqiyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava çalakiyan de ne.

Endamên saziyên sivîl û leşkerî di nav de bi sedan xelkê Kantona Reqayê meşek li dijî tecrîdê lidar xistin.

Di meşê de gelek axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:

“Desthilata faşîst tecrîda li dijî Rêberê mirovahiyê Rêber Apo didomîne.

Em baş dizanin ku hêzên hegemonîk yên kapîtalîst li paş van sûcan armanca xwe ji tecrîdkirina Rêbertî bi dest nexist.

Bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîdê, derfet da dewleta Tirk ku qanûnan binpê bike, em ê jî li hember vê yekê derkevin û asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Bi heman armancê li Minbicê jî meşek hate lidarxistin.

Piştî meş veguherî mêtingê hevserokê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan ê Minbicê Nûrî El Hesen daxuyaniyek da û wiha got:

“Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina rêgezên mafên mirovan e û dê Cîhanê veguherîne cihê aloziyê û ne aramiyê.

Çareseriya bindgehîn a ji bo hemû pirzgirêkên li Rojhilata Navîn ramanên Rêbertî ne.

Ji ber vê yekê divê di serî de gelê me, hemû gelên aştîxwaz û xwedî wijdan bi erkên xwe rabin û li hember tecrîdê derkevin.”

Back to top button