Bertekên li dijê tecrîda girankî ya li ser Rêber Apo û qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran re dewam dike.
Îro li bajarê Qamşlo li dijî tecrîdê meşeke bi heybet hate lidarxistin.
Çalakgeran tecrîd şermezar kirin û gotin: “Li dijî siyaseta dewleta Tirk a faşîst wê têkoşîna me bilindtir bibe.”
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” li bajarê Qamişlo meşeke bi heybet hat li darxistin.
Meş bi pêşengiya Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêka hat.
Şeniyên Qamşlo û xelkên Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs di meşê de amade bûn.
Gel di meşê de diyar kirin ku divê tavilê tecrîda liser Rêber Apo rabe û ew bi awayekî fîzîkî azad bibe.
Meş ji çarxariya Osman Sebrî destpêkir û li ber navenda çand û hunerê ya Mihemd Şêxo veguherî mîtîngê.
Ibtîsam Hisên: Ev têkoşîn gerdûnî bûye
Li wir endama Kongira Star Ibtîsam Hihsên axivî.
Ibtîsam Hihsên berxwedana li Îmralî bi bîrxist û wiha got:
“Gelê Kurd û dostên Kurdan yên ku bi fikra Rêber Apo bawer in ev 25 sal in ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têdikoşin.
Ev têkoşîn gerdûnî bûye. Êdî Rêber Apo bi paradîgma û têkoşîna xwe bûye Rêberê gelan.”
Ibtîsam Hisên: Divê têkoşîn were bilindkirin
Ibtîsam Hisên bang li her kesî kir ku bêtir têkoşnê bi pêş bixin da ku hemû planên dagirkeran vala bêderxistin.
“Divê CPT û tevahî rêxistinên mafê mirova bi erka xwe rabin”
Endamê Însiyatîfa Gel Heyal El Xuyrîr jî destnîşankir ku Rêber Apo ji bo hemû cîhanê têdikoşe û ev bang kir:
“Divê CPT û tevhahî rêxistinên mafê mirova bi erka xwe ve rabin û yekser rewşa li Îmraliyê zelal bikin.”
Di dawî de çalakgeran diyar kirin ku heta Rêber Apo azad ne be ew ê li qada bin.”



