Derhêner Bahare Lellehi ya di serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” de hatibû girtin, li girtîgehê hate qetilkirin û bêyî haya malbata wê hat veşartin.
Derhênera Sînemayê Beharê Lelehî ku di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû girtin, di girtîgeha Îranê de hate kuştin.
Piştî ku Jina Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlona sala 2022’yan de ji aliyê rejîma Îranê ve hate kuştin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rê li ber nerazîbûneke mezin vebû.
Hêzên Îranê di dema serhildanê de gelek kes bi hinceta derketina li dijî dewletê binçav kirin û girtin.
Derhêner Beharê Lelehî di girtîgehê de hat kuştin
Yek ji wan jî Derhênera Sînemayê Beharê Lelehî bû.
Derhêner Beharê Lelehî di sala 2022’an bi hinceta xebatên dema serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ 10 rojan hat binçavkirin.
Piştre jî di sala 2023’an de carek din hate binçavkirin û bi mehan agahî jê nehat girtin.
Hemû serlêdanên malbatê yên li gelek saziyên dewletê bê bersiv man.
Piştre derkete holê ku Beharê Lelehî li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye.
“Em dixwazin lêkolînek zelal li ser bûyera bi êş bê kirin”
Enstituya Kurtefîlman a Mala Sînemaya Îranê der barê mirina bi guman a Beharê Lelehî ya di girtîgehê de daxwaza daxuyaniyeke lezgîn ji hikûmeta Îranê kir.
Enstituyê di malpera xwe ya fermi de daxuyaniyek da û got:
“Em sersaxiyê ji endamên Mala Sînemaya Îranê û Civata Kurtefîlman a Îranê re dixwazin.
Em dixwazin lêkolînek zelal li ser bûyera bi êş bê kirin.”



