Qamişlo xwe ji bo meşa mezin amade dike

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” de, li bajarê Qamişlo wê meşeke mezin were lidarxistin.

Meşa ku ji aliyê Înîsiyatîfa Gel ve tê organîzekirin, wê 12’yê Hezîranê bê lidarxistin.

Meş dê saet 18.00’an de li Saet 18.00’an Çerxerêya Osman Sebrî destpê bike û heta pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dom bike.

Ji bilî Qamişlo wê ji bajarên Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs jî gelek kes beşdar bibin.

Piştî meşê wê bi Erebî û Kurdî axaftin werin kirin.

Komîteya amadekar bang li hemû pêkhateyan kir ku tevlî meşê bibin.

Back to top button