Çalakiyên nobetê yên li dijî tayînkirina qeyûm ku li gelek bajaran li ber Şaredariyên DEM Partiyê tên lidarxistin, di roja 7’emîn de berdewam dikin.
Di çalakiyan de peyama têkoşîna li dijî qeyûman hat dayîn.
Çalakiyên nobetê yên li dijî tayînkirina qeyûm ku li gelek bajaran li ber şaredariyên DEM Partiyê tên lidarxistin, di roja 7’emîn de berdewam dikin.
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin.
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm daye destpêkirin di roja 5’emîn de berdewam dike.
Li ber Şaredariya Sêrtê jî çalakiya nobetê di roja 7’emîn de berdewam dike.
Çalakiya nobetê ya li ber Şaredariya Êlihê jî di roja 7’emîn de didome.
Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê jî têkildarî meşa di 13’ê hezîranê de ber bi Colemêrgê ve bê kirin jî li ber Şaredariya Silopiya daxuyanî da.
Çalakiya nobetê ya li navçeyên Cizîrê û Hezexê jî berdewam dike.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê jî li dijî tayînkirina qeyûm li Meydana Şîşxaneyê ya li navçeya Beyoglûyê di roja 3’emîn de “Nobeta Edaletê” berdewam dike.
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ser tayînkirina qeyûm axivîn û peyama têkoşîna li dijî qeyûman hat dayîn.



