Biryare di 28’ê Hezîranê de Îran Serokkomarê xwe yê nû hilbijêre.
Encumena Parastina Destûra Bingehîn ya Îranê ji bo Hilbijartinên Serokkomariyê ji 80’ê kesan tenê namzetiya 6 kesan pejirand.
Li gorî medya Îranê propagandaya hilbijartinê îro destpê dike.
Li Îranê 80 kesan ji bo namzetiya serokkomariya Îranê xwe qeyd kiribûn, Encûmena Parastina Destûra Bingehîn a Îranê tenê navê 6 kesan pejirand.
Li gorî vê namzediya Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Elîreza Zekanî, Mesûd Pizîşkiyan, Mistefa Pûrmihemedî û Emîr Hisên Qazîzade Haşimî hatiye pejirandin.
Li Îranê serlêdana namzetan a ji bo hilbijartina Serokomariyê despê kir



