Parlamenterê Parlamentoya Iraqê diyar kir ku Elî Zeydî tekezî li ser parastina serweriya welat û misogerkirina ewlehiyê dike û got
Hebûna leşkerên Tirk li Herêma Kurdistanê dagirkerî ye.
Têkildarî mijarê Parlamenterê, Parlamentoya Iraqê Muxtar Mûsewî ji ajansa Rojnews’ê re qala hebûna leşkerên Tirk li Herêma Kurdistanê kir.
Got artêşa Tirk a dagirker li Herêma Kurdistanê gelek baregeh û xalên leşkerî hene,
Gelek cih kiriye deverên qedexekirî û hêzên wê li Başûr xwediyê çekên giranin.
Muxtar Mûsewî got;
Iraq hebûna her hêzek biyanî li ser axa xwe red dike.
Hebûna hêzên Tirk li ser axa Iraqê, tevî Herêma Kurdistanê, wekî dagirkerî tê hesibandin.
Bi taybetî hikûmeta Iraqê, bi serokatiya Elî Zeydî, tekezî li ser parastina serweriya welat û misogerkirina ewlehiyê dike.
Her wiha Musewî got, hebûn û tevgerên leşkerî yên Tirk li parêzgeha Duhokê pêşkeftinek xeternake û nayê paşguhkirin.
Înîsiyatîfa pêvajoya aştiyê bi hebûna hêzên Tirkiyê li Iraqê re hev nagire.
Serdana Zeydî ya Tirkiyeyê, wê dosyaya serweriya Iraqê were destgirtin.



