Li Îranê wê 28’ê Hezîranê hilbijartina Serokomariyê pêk were.
Ji bo namzetiya serokomariyê jî pêvajoya serlêdanan despê kir.
Îran gav bi gav ber bi hilbijartina serokomariyê ve diçe.
Wezîrê Karê Hundirîn yê Îranê Ehmed Wehîdî di civîna çapemeniyê ya li ser mijarê de wiha got:
“Pêvajoya hilbijartina 14. a Serokomariyê bi qeydkirina namzedan dest pê kir.
Ji bo hilbijartina serokomariyê pêvajoya qeydkirinê wê 5 rojan bidome.
7 roj ji bo lêkolîna şarezayên namzedan û 14 roj jî dê ji bo namzetan wê bên veqetandin.”
Kesên ku dixwazin bibin namzed wê biçin Wezareta Karê Hundirîn û bi xwe serlêdanê bikin.
Li îranê 28’ê Hezîranê wê hilbijartina Serokomariyê pêk bê
Piştî mirina Serokomar Îranê Îbrahîm Reîsî ya 19’ê Gulanê, li gorî Destûra Bingehîn, Cîgirê Yekem yê Serokomar Mihemed Muhbîr bi erêkirina rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî, bi wekalet postê serokomariyê wergirt.
Li gorî Destûra Bingehîn a Îranê, ji bo mirina serokomarê niha, lijneya ku ji Serokê Meclisê, Serokê Dezgeha Dadweriyê û Alîkarê Yekem ê Serokomariyê pêk tê, ji bo hilbijartina serokomarê nû divê rê û rêbazên pêwîst bikin.
Ji bo vê jî herî zêde 50 rojan de divê xebata xwe bidawî bikin.
Di vê derbarê de di civîna neasayî ya 20’ê Gulanê ya di navbera serokên desteyên zagonsaz, cîbicîkar û dadwerî de, biryar hat dayîn ku hilbijartinên serokomariyê 28’ê Hezîranê pêk bê.
Li Îranê serokomar ji aliyê gel ve di nav namzetên ku ji aliyê Konseya Parêzvanên Destûra Bingehîn ve hatine pejirandin tê hilbijartin.
Heta niha Wezîrê Tenduristiyê yê berê, reformxwaz Mesûd Pezeşkiyan, Sekreterê Giştî yê berê yê Lijneya Bilind a Asayîşa Netewî, kevneperest Seîd Celîlî û Alîkarê berê yê Serokomar Mihemed Riza Mirtecadînî ragihandine ku ew ê serlêdana namzetiyê bikin.



