Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka di roja 186’an de ye.
Li aliyê din DEM Partî jî têkoşîna hiqûqî ya ji bo rakirina tecrîdê didomîne.
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê yên DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo daxwaznameyek pêşkeşî wezareta Dadê ya Tirkiyê kirin.
Çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, yên rû bi rû û derketina dadgehê ya girtiyên siyasî di roja 186’an de ye.
Çalakiya bi daxwaza azadiya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd 27’ê Mijdara 2023’an bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger destpêkiribû.
Di roja 185’an de girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi qonaxeke nû, çalakiya xwe veguherandin boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê.
DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li Wezareta Dadê da
Li aliyê din Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî jî têkoşîna hiqûqî ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo a bi armanca çareseriyê didomîne.
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê yên DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan ji bo bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê dan.
Di vê çarçoveyê de hevberdevkan daxwaznameyek pêşkeşî wezareta Dadê kirin.
Di daxwaznameyê de hate bibîrxistin daxwazên hevdîtinan ên parêzer û endamên malbatê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi hinceta cezayên dîsîplînê tên astengkirin û der barê hincetan de tu agahî nayên dayîn.
Her wiha hevdîtina lezgîn a Komîteya Mafê Mirovan a NY hate bibîrxistin û wiha hat gotin:
Parêzerên Abdullah Ocalan dawiya sala 2022’an serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dan.
Komîteyê ev serlêdan ji Tirkiyê re şand û weke tevdîreke demkî xwest ku dawî li rewşa agahînegirtina mutleq a ‘incommunicado’ were anîn, lê belê Tirkiyê tevî yekê jî tu gav neavêtin.
Di dawiya daxwaznameyê de DEM Partiyê ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê xwest tecrîd demildest bidawîbike û wiha got:
“Divê rêgezên hiqûqa gerdunî bên naskirin û ji bo vê hûn tavilê bikevin nava hewldanên pêwîst û mecbûrî.
Ji bo derheqê kesên li Girtîgeha Girava Îmraliyê dibin sedema rewşa agahînegirtina mutleq de her cureyên edlî û îdarî bên destpêkirin bikevin nava hewldanan.
Em dixwazin hûn destûrê bidin weke parêzer û Hevberdevkên Komîsyon Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê hevdîtinê bikin.”



