Çalakiya Girtiyên Siyasî di roja 163. De ye

Li Bakurê Kurdistanê Malbatên girtiyan ji boazadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bi çalakiya”Deng bide azadiyê” kirin.
Xizmên girtiyan ên ku tevlî çalakiyê bûne, diyar kirin ku ew xwedî li daxwazên zarokên xwe derdikevin û gotin:
“Divê tavilê tecrîd bi dawî bibe û Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe.”

Di 10’ê Cotmeha 2023’an de li seranserî cîhanê li 74 navendan kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hate destpêkirin.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî di çarçoveya kampanyayê de 27’ê Mijdara 2023’an dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya doveger û demkî kirin.

Girtiyan di 4’ê Nîsanê de çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin û dest bi boykotkirina hevdîtinên rû bi rû, yên ser telefonê û derketina dadgehan kirin.

Xizmên Girtiyan di çalakiya ‘Deng bide Azadiyê’ de ne

Piştî vê malbatên girtiyan jî bi heman daxwazê çalakiya Nobeta Edaletê derbasî qonaxeke nû kirin.

Xizmên girtiyan biryar dan ku di hemû rojên duşemê de li pêşiya 6 girtîgehan daxuyaniyê bidin.

“Divê tavilê tecrîd bi dawî bibe, Rêber Apo Azad bibe”

Dayikên ku tevlî çalakiyê bûn, girîngiya çalakiyê vegotin.

Di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de ku rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî piştgiriyê didin, duh li pêşiya Girtîgeha Amedê daxuyanî hat dayîn.

Xizmên girtiyan di daxuyaniyên xwe de dane zanînê ku wê çalakiya xwe bi vê qonaxê bidomînin.

Her wiha tekezî bi vê yekê hate kirin ku divê asta têkoşînê were bilindkirin.

Xizmên girtiyan çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê derbasî qonaxeke nû kirin

Back to top button