Şerê Hemas û Îsraîlê: 213 roj

Artêşa Îsraîlê ragihand ku aliyê Filistînê yê Deriyê Sînor ê Refahê ku ji Misrê re vedibe ‘di bin kontrolê de ye’.
Hat diyarkirin ku artêş li rojhilatê Refahê li ‘herêmeke taybet’ operasyon dike.
Li aliyê din Hamasê roja Duşemê ragihand ku wê pêşniyara ku dê şerê heft mehan bi Îsraîlê re bi dawî bike qebûl kiriye.
Rayedarekî Îsraîlî diyar kir ku ew li benda hûrgiliyên pêşniyara peymana agirbestê ya li Şerîda Xezayê ne, ku Hamasê pejirandibû.

Di 213 rojên şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hemasê de artêşa Îsraîlê berê xwe daye Refahê.

Artêşa Îsraîlê aliyekî Refahê bombebaran dike û aliyekî jî hewl dide sivîlan ji heremê derxe.

Tankên Îsraîlê li Refahê ne

Artêşa Îsraîl ragihand ku aliyê Filistînê yê Deriyê Sînor ê Refahê ku ji Şerîda Xezayê ve heta Misrê vedibe, ‘di bin kontrolê de ye’.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêş ji duh bi şev û vir ve li rojhilatê Refahê li ‘herêmeke taybet’ operasyonê dimeşîne û piraniya sivîlan û hin saziyên navneteweyî ji herêmê hatin derxistin.

Berdevkê Rêveberiya Sînor a Xezayê diyar kir ku tankên Îsraîlê li Deriyê Sînor ê Refahê bi cih bûne û sînor hatiye girtin.

Hat ragihandin ku derbasbûnên alîkariyê yên li ser sînor hatine rawestandin.

Ji bo 100 hezar Filistînî fermana valakirinê

Her wiha Îsraîl daxwaza valakirina Refahê kiribû, ku nêzîkî 1,4 milyon Filistînîyên piştî 7’ê Cotmehê ji cih û warên xwe bûn.

Artêşa ku fermana tehliyekirina 100 hezar mirovên li rojhilatê Refahê dabû, di nava rojê de êrîşên hewayî yên li herêmê berdewam kirin.

Di nûçeya ku di saetên dawîn de di ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA’yê de hat weşandin de hat diyarkirin ku wesayitên leşkerî yên Îsraîlê bi qasî 200 metre dûrî Deriyê Sînor ê Refahê ya li başûrê Şerîda Xezayê bi cih bûne.

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê hin avahiyên li herêmê bi roketan hedef girtin û yekîneyên topavêj ên Îsraîlê herêmên nêzî Deriyê Sînor ê Refahê û Deriyê Sînor ê Kerem Ebû Selîm gulebaran kirin.

Hemas peymana agirbesta Îsraîlê pejirand

Li aliyê din Hamasê roja Duşemê ragihand ku wê pêşniyara ku dê şerê heft mehan bi Îsraîlê re bi dawî bike qebûl kiriye.

Lê belê, rayedarekî Îsraîlî ragihand ku peymana ku Hamasê qebûl kiriye, ew hêmanên ku hikûmeta Netanyahu nikare qebûl bike, dihewîne.

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlî jî ragihandin ku heta niha hikûmeta Îsraîlê ev peyman qebûl nekiriye.

Di vê navberê de artêşa Îsraîlê ragihand ku wan ji hewayê dest bi lêdana hedefên li bajarê Refahê kirine.

Rayedarê Îsraîlî: Em li benda hûrgiliyên daxuyaniya Hemasê ne

Rayedarekî Îsraîlî ji Televîzyona Dewletê ya Îsraîlê KAN’ê re axivî, têkildarî pêşniyarên Hamasê yên ji Qeter û Misrê re yên têkildarî peymana agirbesta li Şerîda Xezayê qebûl kir, daxuyanî da.

Rayedarê Îsraîlî her wiha got:

“Em ê hewl bidin fêm bikin ku Hamas çi qebûl dike û çi qebûl nake.”

Şerê li şerîda Xezayê: 212 roj

Back to top button