“Armanca Erdogan a serdana Bexdayê pêk nehat”

Siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî û çalakvanên navçeya Qeladizê li ser alîkariya PDK’ê ya dewleta Tirk a dagirker re axivîn û goitn: “Eger PDK alîkariya dewleta Tirk neke wê Kurdistan ji artêşa Tirk re bibe dojeh.”

Roj bi roj dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê bi taybet bi hevkariya PDK’ê berfirehtir dibe.

Niha dewleta Tirk amadekariyên operasyoneke nû û berfireh ya dagirkeriyê dike.

Ev jî wê metirsiyeke mezin li ser Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd dide çêkirin.

Siyasetmedarê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê Elî Kerîmî ku bi salan li Başûrê Kurdistanê weke pêşmerge, siyasetmedar, rojnamevan û çalakvan kar kiriye derbarê mijarê de axivî.

Elî Kerîmî diyar kir ku serdana Erdogan a Iraqê asayî ye lê tiştê ne asayî ew e ku Iraq ne wek berê ye û navendîtiya berê bi temamî ji dest daye û got:

“Ez ne bawerim ku di peywendiyên Iraq û Tirkiyê de tiştekî zêde mezin rû bide.

Dibe ku tiştên heyî zêdetir di mijarên bazirganî û aborî guhertin pêk bên.

Ji ber ku Tirkiye di nava krîzeke mezin ya aborî de ye

Lê di warê siyasî û leşkerî de ez bawer nakim ku Bexda dixwazên tirkiyê qebûl bike.

Ji ber ku Bexda ne bi tenê ye, Bexda li gel Amerîkayê ye.

Ji bilî van Îran jî bi awayekî ku Iraqê birêve dibe, li pişt Iraqê radiweste.”

Kerîmî anî ziman ku tişta ku Erdogan ji bo wê serdana Bexdayê kiribû bidest nexist û wiha domand:

“Di navbera Iraq û Tirkiyê de tu pirsgirêkên ewlehiyê nînin ji bilî pirsgirêka Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê.

Pir eşkere ye ku DAIŞ weke destê Tirkiyê bû.

Piştî Tirkiyê destê PDK’ê jî di avakirina DAIŞ’ê de hebû.”

“Eger PDK alîkariyê nede Tirkiyê wê Kurdistan jê re bibe dojeh”

Siyasetmedar Elî Kerîmî destnîşan kir ku serdana Erdogan ya Başûrê Kurdistanê karesatek bû û got:

“Xemilandina qesr û rêyan bi alên dewleta Tirk kêmasî û eybeke mezin bû

PDK ji Tirkiye du qat zêdetir li dijî PKK’ê ye.

Eger PDK alîkariya dewleta Tirk neke wê Kurdistan ji artêşa Tirk re bibe dojeh.”

“Sedema êrişan bêdengiya hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê ye”

Çalakvanên navçeya Qeladizê jî derbarê heman mijarê de axivîn.

Çalakvan Arî Ehmed diyar kir ku aliyên siyasî û Hikumeta Başûr, ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ti zextê li Hikumeta Iraqê nakin û got:

“Divê li her çar aliyên Kurdistanê hemû aliyên siyasî li dijî dagirkeriyê bibin yek.”

Çalakvan Ebdulqadir Ehmed jî destnîşan kir hinek aliyên siyasî û desthilatdarên herêmê jî li nav xaka Başûr ji bo berjewendiyên xwe alîkariya dewleta Tirk dikin.

“Daxwazên Erdogan ê şerê li dijî PKK’ê bi cî nehatin”

Back to top button