3 meh in din jî hevdîtina Malbatê li Rêber Apo qedexe kirin

Di demekî de ku li seranserî Kurdistanê û cîhanê fikarên ser rewşa Rêber Apo zêde dibin de ji Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Tirkiyê daxuyaniyek sosret hat.
Bi hinceta “cezayê disiplînê” 3 mehên din jî cezayê qedexekirina hevdîtina bi Rêber Apo re hate dayîn.
Ev biryara rejîma Tirkiyê fikarên li ser rewşa Rêber Apo hîn zêdetir kir.

Serokatiya Lijneya Disiplînê ya dewleta Tirk a dagirker bi hinceta “cezayê disiplînê” 3 mehên din jî cezayê qedexekirina hevdîtinê bi Rêber Apo re ragihand.

Li gorî biryarê 3 meh cezayê hevdîtina bi Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hatiye birîn.

Berî niha malbat û Parêzerên Rêber Apo ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabûn.

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, serlêdana parêzeran û malbatan a ji bo hevdîtinê bersivand.

Dadgeriyê diyar kir ku di 28’ê Adarê de Serokatiya Lijneya Disiplînê “cezayê disiplînê” li Rêber Apo biriye.

Hat zanîn ku ev biryara di 12’ê Nîsanê de teqez bûye.

Parêzeran ragihand ku pêvajo bêyî wan hatiye meşandin.

Ji ber vê yekê jî di 26’ê Nîsanê de serlêdan kirine ku biryar tevî dosye û delîlan radestî wan bê kirin.

Lê belê serlêdana wan hat redkirin.

Her wiha îtiraza parêzeran a ji bo biryara “cezayê disiplînê” jî hat redkirin.

Biryara Serokatiya Lijneya disiplînê fikarên heyî zêdetir kir

Ev biryara Serokatiya Lijneya Disiplînêdi di demekî de ye ku 38 mehin tu agahî ji Rêber Apo û girtiyên din yên li îmraliyê nayê girtin.

Di demekî de ku hem li Kurdistanê û hem jî li seranserî cîhanê fikarên li ser rewşa Rêber Apo zêde dibin de vê biryara rayedarên desthilata Tirkiyê fikarên heyî zêdetir kiriye.

Parêzerên Bûroya hiqûqê ya Sedsalê serî li serdozgeriya komarê ya Bursayê da

Piştî vê yekê Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê careke din ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

 

Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?

Back to top button