Alfred Riachi: Me bi hevkariya Rêveberiya Xweser beyannameyek pêşkêşî aliyên Lubnanê kir

Li gorî daneyên Ewlehiya Giştî ya Lubnanê, hejmara penaberên Sûriyê yên li Lubnanê 2 milyon û 100 hezar kes in.
Ev hejmar bi qasî ji sedî 43 nifûsa Lubnanê ye.Sekreterê giştî yê Konferansa Daîmî ya Federalîzmê ya ji bo Lubnanê Dr. Alfred Riachi li ser mijarê axivî û got:
“Me bi hevkariya Rêveberiya Xweser beyannameyek ji bo çareserkirina dosyaya penaberên sûriyî yên li Lubnanê pêşkêşî aliyên Lubnanê kiriye, lê heta niha tu bersiv nehatine.

Dosyaya penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê hîna rojev e.

Ev yek di serdana serokê Qibrisê û seroka Komîseriya Ewropayê bo Lubnanê de diyar bû.

Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî got, divê aliyên têkildarî ji bo dosyaya penaberên sûriyeyê bi desthilata Sûriyeyê re têkildar bin.

Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî jî diyar kir ku hewldanên Ewropayê yên bi mijara penaberên Sûriyê hene û ragihand ku kesên bi awayekî nerewa li Lubnanê de dê werin dersînorkirin.

Serokê Qibrisê: Divê em bi Unhcr’ê re li ser mijara vegera dilxwazî ​​ya penaberan bixebitin

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand ku dê ji bo îstiqrara Lubnanê û zehmetiyên ji ber pêşwazîkirina penaberan çêdibin bi qasî milyarek euro ji bo 3 salan bide Lubnanê.

Li gorî daneyên Ewlehiya Giştî ya Lubnanê, hejmara penaberên Sûriyê yên li Lubnanê 2 milyon û 100 hezar kes in.

Ev hejmar bi qasî ji sedî 43 nifûsa Lubnanê ye.

Pêşniyarek bi hevkariya Rêveberiya Xweser hat kirin

Der barê mijarê de sekreterê giştî yê Konferansa Daîmî ya Federalîzmê ya Lubnanê Dr. Alfred Riachi axivî.

Alfred Riachi diyar kir ku tevahî hewldanên girêdayî vegerandina penaberan li warê wan, ne cidî ne û got:

“Ne dewleta Lubnanê û ne jî hêzên siyasî tu tedbîr negirtine.

Hêzên siyasî çareserkirina dosyaya penaberên Sûriyeyî dereng dixin.

Hizbullah jî di çareserkirina vê dosyayê de ne hevkar e û ne xema wê ye ku sûriyeyî li Lubnanê bimînin an na.”

Riachi diyar kir ku wan bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beyannameyeke çareseriyê pêşkêşî Lubnan, bi taybetî Hizbullah û wezîrê karên derve yê hikumeta Lubnanê Ebdullah Bû Hebîb kirine, lê tu cidiyet ji hêla van aliyan ve tune bûn.

Der barê naveroka beyannameyê de Riachi wiha got:

“Beyanname der barê vegera ewle ya penaberan a li warê wan, peydakirina lojîstîk û garantiya ewlehiyê de ye. Lê beyanname di qalibê paşguhkirinê de danîne.”

“Nîjadperestiya li hemberî penaberên sûriyê nayê qebûlkirin”

Alferd Riachi bal kişand ser nîjadperestiya li hemberî sûriyên li Lubnanê û wiha domand:

“Divê rêz li hemberî qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan bên girtin.

Pêkhateyên Lubnanê di rewşeke hestiyar de ne.

Li gorî pîvanên navneteweyî, Lubnan welatekî derbasbûnê ye, ne welatekî penaberiyê ye.”

Riachi anî ziman ku nîjadperestiya li hemberî penaberên Sûriyê nayê qebûlkirin û dê bide sedema zêdebûna tundiyê.

Back to top button