Xi Jinping li arîsê banga agirbesteke cîhanî Kir

Serokê Çînê Şî Jinpîng serdana Fransayê kir û bi serokkomarê Fransayê Macron re hevdîtinê kir.
Şî Jînpîng bal kişand li ser lîstikên Olîmpiyatê ku dê li Parisê bê kirin û banga agirbesta giştî ya li cîhanê kir.
Her wiha seroka din a ku li Parîsê bi Şî Jînpîng re hevdîtin kir Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen bû.
Von der Leyen di axaftina xwe de eşkere kir ku Yekîtiya Ewropayê bi Pekînê re amadekariya şerekê bazirganiyê dike.

Serokê Çînê Şi Jinping serdana Fransayê kir.

Xi Jinping (Şî Cînpîng) , di civîneke çapemeniyê de li Parîsê diyar kir ku Çîn di şerê li Ukraynayê de “di dabînkirina aştiyê de rolek çalak lîst.

Cînpîng destnîşan kir ku Çîn amade ye bi Fransa re bixebite da ku Olîmpiyatên Parîsê wekî derfetek ji bo piştgirîkirina agirbestek cîhanî û rawestandina şer bikar bîne.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di axaftina xwe ya li civînê de heman peyama hevtayê xwe da û banga “Agirbesta Olîmpiyatê ji bo hemû qadên şer” kir.

Nakokiyên bazirganiyê

Di hevdîtinên di navbera her du lîderan de mijarên bazirganiyê di serê rojevê de bûn.

Macron ji ber “polîtîkayên parastinê û desteka mezin a ji bo şîrketên Çînî” pratîkên bazirganiyê yên Çînê rexne kir.

Derbarê şerê Ukrayna-Rûsyayê de, lîderê Fransî diyar kir ku ew pêşwazî li pabendbûna Çînê dike ku ji firotina çek û alîkariyê ji Moskowê re dûr bisekine.

Tevî ku Çîn îdia dike ku di şerê Ukraynayê de bêalî ye, Şî Cîpîng û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihandin ku di navbera wan de dostaniya bê sînor heye.

Rayedarên îstîxbarata Amerîkî her weha îdia kirin ku Çînê pêkhate û materyalên din ên pêwîst ji bo domandina pîşesaziya xwe ya parastinê daye Rûsyayê.

Seroka din a ku li Parîsê bi Şî Jînpîng re hevdîtin kir Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen bû.

Von der Leyen di axaftina xwe de eşkere kir ku Yekîtiya Ewropayê bi Pekînê re amadekariya şerekê bazirganiyê dike.

Von der Leyen ji rojnamevanan re got:

“Ji bo ku bazirganî adil be, divê gihîştina bazarên hevûdu jî du alî be.”

Back to top button