Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Rojnamevanan rûbirûyî zext û binçackirinê tên

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê binçavkirin û zexta li ser Rojnamevanan li pêş e.
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîce Onaran axivî û got:Darizandinên derhiqûqî yên derheqê rojnamevanan de bi dawî bikin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rojnamevan di nava şert û mercên zehmet de kar dikin.

Hikumeta Tirkiyê zextê li wan dikin û rê li ber xebata wan digirin.

Herî dawî 26’ê Nîsanê di bin navê lêpirsînê de 9 rojnameger ku ji wan nûçegihanên ajansa Mezopotamyayê hebûn, hatibûn binçavkirin.

Di dema binçavkirin û girtinê de rojnameger rastî gelek binpêkirinan hatin.

Di vê çarçoveyê de endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîce Onaran axivî.

Rêvebera Îhd’ê hatîce onaran derbarê binçavkirina rojnamevanan de axivî

Hatîce Onaran bertek nîşanî girtin û binçavkirina rojnamegeran da û wiha got:

“Çapemeniya Azad pireke ber bi gel ve ye. Divê darizandinên derhiqûqî tavilê bi dawî bibin.

Bi zextên ser çapemeniyê re dixwazin çavê civakê bitirsînin.”

Hatîçe Onaran diyar kir ku desthilat ditirse ku pirsgirêkên civakî xuya bikin û wiha domand:

“Çapemeniya Azad mijarên ku îktîdar naxwaze gel bibîne dike nûçe lewma hedef tê girtin.

Ji ber ku bi awayekî bêalî bi gel re parve dikin.

Îktîdar jî vê rastiyê weke hinceta girtinê nîşan dide.”

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîce Onaran di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku polîtîkayên tecrîdê rastiya welêt in û got:

Rêvebera Îhd’ê: Divê tavilê derhiqûqiyên li dijî Rojnamevanan bi dawî bibin

“Weke civak em jî di tecrîdê de ne.

Yên dibêjin ‘tecrîd tune ye’ bila li girtîgehan binêrin.

Divê ev zext û derhiqûqtiyên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad tavilê bi dawî bibin.

Back to top button