HPG: Nasnameya Fermandar Şevger Çiya eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya Fermandar Şevger Çiya eşkere kir.
HPG’ diyar kir ku Fermandar Şevger di rêwitiya 24 salan de bû pêşengê xeta Apoyî û got:Hevrêyê me yê ku 24 salan di nava têkoşînê de cih girt, ji Mêrdînê heta Gabarê, ji Cûdî heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek herêmên Kurdistanê ji bo erkên xwe yên şoreşgerî pêk bîne, kedeke mezin da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya fermandar Şevger Çiya eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha bahsa rêwîtiya 24 salan ya Fermandar Şevger Çiya kir:

“Hevrêyê me Şevger Çiya di malbateke welatparêz de li gundê Eqres ê navçeya navendî Artûklû ya Mêrdînê ji dayik bû.

Hevrêyê me yê ku di zarokatiya xwe de bi gerîlayên ku dîtiye mezin bû, xeyala gerîlatiyê dike.

Wek şahidê şewitandina gundan û kuştinên kiryar nediyar ên di salên 90’î de li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin kirin, mezin bû.

Malbata hevrêyê me Şevger cerdevanî qebûl nekir û derbasî navenda Mêrdînê bû.

Ji ber ku malbat welatparêze û şehîdê malbatê heye heval Şevger tenlî xebatên mîlîsan dibe.

Piştî ku bi salan li bajêr xebitî, di sala 1998’an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.”

HPG: Fermandar Şevger heya dawiya nefesa xwe têkoşînek serkeftî meşand

HPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de bahsa têkoşîna şehîd Şevger kir:

“Hevrêyê me Şevger ku bi exlaqê partiyê û hişmendiya kûr a welatparêziya ku bi dest xistibû, li ser bingehek watedar û rast dest bi têkoşînê kir.

Heta nefesa xwe ya dawî têkoşîna azadiyê bi awayekî serketî meşand.

Hevrêyê me yê ku 24 salan di nava têkoşînê de cih girt, ji Mêrdînê heta Gabarê, ji Cûdî heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek herêmên Kurdistanê ji bo erkên xwe yên şoreşgerî pêk bîne, kedeke mezin da.

Bi sekna xwe ya exlaqî, cesaret, durustî û kedkariya xwe bi şêwazê Apoyî erkên xwe yên fermandariyê bi cih anî.”

HPG: Em ê xeyalên Şehîdan bi serkeftinê tacîdar bikin

HPG’ê sersaxî ji malbat û gelê kurd re xwest û got:

“Em ê xeyalên hevrêyê xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, gelê me yê welatparêz ê Mêrdînê û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.”
Agahiyên derbarê nasname ya şehîd de wiha ye:

Nasnav: Şevger Çiya
Nav û Paşnav: Sedat Aksû
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayikê: Xensê
NavêBav: Nûrî
Cih û Dîroka Şehadetê: 22’ê Çîleya 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button