Nexweşxaneya Kîsra xizmetî zêdetirî 450 hezar Welatiyan dike

Berî salekê Nexweşxaneya Giştî ya Kîsra li Rojavayê Kantona Dêra Zorê hat ava kirin.
Ev gav bi armanca pêşxistina rewşa tenduristî ya herêmê û xizmetkirina welatiyan hat avêtin.
Lê niha nexweşxaneya Kîsra ya gundewarê Dêra Zorê xizmetî zêdetirî 450 hezar welatiyan dike.
Rojane xizmetguzariyên tibî û tenduristî ji 500 kesan re pêşkêş dike.

Desteya Tebduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berî salekê Nexweşxaneya Giştî ya Kîsra li rojavayê kantona Dêra Zorê ava kir.

Ev gav bi armanca pêşxistina rewşa tenduristî ya herêmê û xizmetkirina welatiyan hat avêtin.

Îsal li nexweşxaneyê pêşketinên berbiçav çêbûn.

Di nexweşxaneyê de beş hatin firehkirin rêbazên nûjen ên dermankirinê hatin bikaranîn.

Wê jî hişt nexweşxane bi pêş bikeve û gelek welatiyan pêşwaz bike.

Nexweşxane xizmetî zêdetirî 450 hezar Welatiyan dike

Gerînendeyê nexweşxaneyê Casim El Reyaş destnîşan kir ku nexweşxane ji nêzî 450 hezar welatiyên li herêma 7 Km ya rojavayê Dêra Zorê heta bi sînorê îdarî yê Kantona Reqayê re alîkariya tenduristî, pêşkêş dike.

Her wiha çavdêrên nexweşxaneyê diyar kir ku rojane ji nêzî 500 welatiyan re alîkariya tenduristî û bijîşkî tê pêşkêşkirin.

Di nexweşxaneyê de klînîkên jinan, zarokan, nexweşiyên hundirîn, dil, çav, beşên dayîngeh, nûjdarî, şûştina gurçikan hene.

Di nexweşxaneyê de 26 bijîşk dixdebitin. Li kêlek wê jî hemşîre û pîşesaz hene.

Nexweşxane xizmetguzariyên xurtkirina tenduristî, piştgiriya derûnî pêşkêş dike.

Parçeyên laş çêdike, bi taybet ling.

Akademiya Bijîşkî

Li kêleka van alîkariyan, çavdêrên nexweşxaneyê hewl didin wê nexweşxaneyê bikin akademiyeke bijîşkî ya giştî.

Di wê çarçoveyê de perwerdeyeke akademîk li ser semînerên bijîşkî û tenduristî bi beşdariya 100 kesên ku li nexwexşaneyê dixebitin li dar ket.

Perwerde di 24’ê Nîsana borî de dest pê kir û ew ê mehekê bidome.

Di perwerdê de heftane 3 semîner tên dayîn û li dawiyê komîteya tenduristiyê dê bawernameyan bide beşdaran.

Der barê wê de El Reyaş got: “Em hewl didin bi vê perwerdeya ku gihîştiye asta kongreya bijîşkî rewşa tenduristî ya kantonê pêş bixin.”

Li kêlek alîkariya heyî yên ku nexweşxane pêşkêş dike, dê nexweşxane beşên din wek şewat û çavdêriya giran aktîv bikin.

Back to top button