Serokê Dadgeha Federal li ser hilbijartinên Parlamentoya herêmê helwesta xwe eşkere kir

Serokê Dadgeha Federal ya Iraqê Casim Mihemed Ebûd doh li gel Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê civiya.
Li gorî daxuyaniya têkildarî hevdîtinê, her du aliyan tekezî li ser derbaskirina wan astengiyên li pêşiya hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kirin.
Li aliyekî din jî Mesrûr Barzanî li Dadgeha Federal ji bo rawestandina amadekariyên hilbijartinê gilî kir.

Serokê Dadgeha Federal ya Iraqê Casim Mihemed Ebûd doh danê êvarê li gel Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiya.

Li gorî daxuyaniya têkildarî hevdîtinê, her du aliyan tekezî li ser derbaskirina wan astengiyên li pêşiya hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ku bi mebesta beşdariya aliyan di hilbijartinan de kirin.

Casim Mihemed Ebûd: Divê hilbijartin li gor biryarên Dadgeha Federal bên kirin”

Her wiha di hevdîtinê de tekezî li ser lidarxistina hilbijartineke adil ku li gorî biryarên Dadgeha Federal yên têkildarî hilbijartinê hate kirin.

Li gor biryara Serokatiya Başûrê Kurdistanê û Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Iraqê dê hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê di 10’ê Hezîranê de bê lidarxistin.

Lê PDK’ê biryara baykotkirina hilbijartinan daye û bi her bihayekî dixwaze hilbijartin were paşxistin.

Lê partiyên din yên Başûrê Kurdistanê alîgirê wê yekê ne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin.

Mesrûr Barzanî li Dadgeha Federal ji bo rawestandina amadekariyên Hilbijartinê gilî kir

Li aliyekî din jî di demekî de ku Nêçîrvan Barzanî ji bo paşxistin hilbijatinê çûye Îranê, Mesrûr Barzanî jî li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî kir.

Di nivîskiya gilînameyê ya Mesrûr Barzanî de wiha tê gotin:

“Biryara Dadgeha Federal ya dabeşkirina Başûrê Kurdistanê li ser 4 bazinên hilbijartinê, kêmkirina hejmara kursiyên parlamentoyê ji 111 kursiyan bo 100 kursî ne destûrî ye û binpêkirina mafên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ye.”

Ev gilîkirina Mesrûr Barzanî di demekê de ye ku berî niha Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî û berpirsên PDK’ê Dadgeha Federal ya Iraqê weke dadgeheke nedestûrî û siyasî binav kiribûn.

Her wiha van kesan di heman demê de dadgeha Federal ya Iraqê weke dadgeha Sewre ya rejîma Baas binav kiribû.

 

Mesrûr Barzanî ji bo rawestandina hilbijartinê gilî kir

Back to top button