Rûsya: Em dikarin hedefên Îngilîstanê bixin

Rûsyayê gef li Înglîstanê xwar.
Rûsyayê ragihand ku eger Ukrayna mûşekên dûravêj ên ku Îngilîstanê ji bo lêdana Rûsyayê bi kar bîne, dibe ku ew, êrişan li ser armancên leşkerî yên Îngilîstanê li Ukrayna û derveyî Ukraynayê bike.

Wezîrê Derve yê Îngilîstanê David Cameron di serdana xwe ya roja Pêncşema borî ya Ukraynayê de ragihandibû, ku mafê Kîevê heye ku çekên ku welatê wî pêşkêşî wan dike, bikar bîne.

Cameron her wiha diyar kir ku wan “hişyarî” nedane Kîevê ku dê van çekan çawa bikar bînin.

Didaxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hat diyarkirin ku bi van gotinan Îngilîstanê qebûl kiriye ku “beşek çalak” a pevçûnê ye.

Li aliyê din Rûsyayê beriya niha ragihandibû ku ew plansaziya tetbîqatên nû yên çekên nukleerî dike, bi hinceta “gefên” ji lîderên rojavayî, di nav de Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û lîderên Îngilîzî jî hene.

Moskow ji destpêka dagirkirina Ukraynayê di sala 2022’yan de gelek caran gefa bicihkirina bombeyên nukleerî xwariye.

Back to top button