Di êrîşa Hizbullahê de 2 leşkerên Îsraîlî mirin

Hizbullah bi balafirên bê mirov êrîşî bajarokê Metulla ya li bakurê Îsraîlê kir û di vê êrîşê de 2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.
Hizbullahê ragihand ku li hember êrîşa Îsraîlê bo ser herêma Bekaa li rojhilatê Lubnanê, bi dehan mûşek avêtine navendeke leşkerî ya Îsraîlê li herêma Golanê ya Sûriyê.
Ji aliyê din ve televîzyona Al Mayadeen ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser Baalbek a rojhilatê Lubnanê de 3 kes birîndar bûne.

Hizbullah bi balafirên bê mirov êrîşî Îsraîlê kir.

Hizbullaha Lubnanî ragihand ku bi balafirên bê mirov êrîşek li ser xaleke komkirinê ku leşkerên Îsraîlê li nêzîkî bajarokê Metulla li bakurê Îsraîlê lê kom bûne, pêk aniye.

Artêşa Îsraîlê piştî êrîşê kuştina 2 leşkeran piştrast kir.

Hizbullahê diyar kir ku bi dehan roket avêtine hedefên leşkerî yên li ser sînorê Îsraîlê.

Hizbullah bi dehan moşek avêtin baregeha Îsraîlê ya Golanê

Hizbullahê ragihand ku li hember êrîşa Îsraîlê bo ser herêma Bekaa li rojhilatê Lubnanê, bi dehan mûşek avêtine navendeke leşkerî ya Îsraîlê li herêma Golanê ya Sûriyê.

Di daxuyaniya Hizbullahê de hat ragihandin, çekdarên wan li hember êrişên Îsraîlê ya li ser herêma Bekaayê, navenda Firqeya Golan ya li baregeha Nefah bi dehan roketên Katyûşa bombebaran kirin.

Ji aliyê din ve televîzyona Al Mayadeen ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser Baalbek a rojhilatê Lubnanê de 3 kes birîndar bûne.

Hat ragihandin ku birîndar li herêma el-Saferî ya başûrê Baalbekê ne.

Piştre Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihand ku artêşa Îsraîlê bi şev êrîşî baregeheke leşkerî ya Hizbullahê li herêma El-Saferî ya li kûrahiya Lubnanê kirin.

Adraee ragihand ku artêşê avêtin ser avahiyên leşkerî yên Hizbullahê li Ramiye, Ayta el-Şeab û Merwahin, û her weha çeperek Hizbullah li Cebel Balat li başûrê Lubnanê.

Li gorî Adraee, artêşê ji bo jinavbirina metirsiyeke muhtemel li herêma Şeba ya li başûrê Lubnanê jî bi topan gule barandin.

Adraee diyar kir ku şeva borî 2 rokêt ji nav axa Sûriyê ber bi herêma Ramat Magşimim ve hatin avêtin, roket li devereke vekirî ketin û ti kes birîndar nebû û artêşa Îsraîlê jî bersiva êrîşan da.

Hizbullah li Bakur Îsraîlê êrîşa moşekî pêk anî

Back to top button